Ji Şîrîn a ku 8 sal in kurê xwe nedîtiye, astengiya ‘dêmariyê’

  • 09:18 14 Hezîran 2019
  • Rojane
ÎZMÎR - Şîrîn Bîlîk ji bo kurê xwe yê 8 sal in di girtîgehê de ye Şivan Bîlîk bibîne, di cejnê de çû serdana wî lê negirtin hundir. Şîrîn ji 1 salî de Şîvan mezin kiriye û ji ber damarî di rêziknameya kesên diçin serdanê de cih nagire, mafê wê yê hevdîtinê hat binpêkirin. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin hatibû destpêkirin di demek kurt de li hemû girtîgehan û gelek welatan belav bibû. Çalakiya greva birçîbûnê bi banga Abdullah Ocalan di 22’ê gulanê de bidawî bû. Piştî grevê li girtîgehan îşcence hat destpêkirin. Dîsa gelek girtî bi malbatên wan re neanîn cem hev. Şivan Bîlîk yê li girtîgeha Alîaga Şakranê dimîne, dayika wî Şîrîn Bîlîk di cejnê de çû hevdîtina wê lê nehiştin Şîrîn Bîlîk bikeve hundir.
 
‘Di qanûnê de damarî û bamarî nayê nasîn’
 
Şivan Bîlîk cezayê muebetê lê hatiye birîn û 12 sal in girtiye. Malbata wî bi wesîleya Cejna Remazanê ji bo mafê hevdîtinê bikar bînin derfetên xwe yên aborî dan zorê û çûn Îzmîrê. Lê damariya wî Şîrîn Bîlîk ji ber valahiya di qanûnê de ji mafê wê bêpar hat hiştin. Şîrînê da zanîn ku ji ber damarî û bamarî di rêziknameyê de nayên cih girtin, daxwaz kiriye bi îdareya girtîgehê re hevdîtinê bike lê ev jî hatiye redkirin. Şîrînê wiha got: “Min Şivan ji yek salî de mezin kir. Ez dayika wî me. Min derfetên aborî da zorê û ji Cizîrê hatim vir. Min ji bo hevdîtina girtî jî daxwazname da lê hat redkirin.”
 
‘Tecrîd ranebûye’
 
Şîrînê bi lêv kir ku ev 8 sal in nehatiye hevdîtina kurê xwe û ev tişt vegot: “Ji ber emelyet bûm, çûyîna min zehmet bû. Ji ber du hevdîtin hebûn ez niha hatim. Hem ya vekirî hem ya girtî. Min daxwazname da lê red kirin. Kezeba min şewitî. Min got hevdîtina girtîbe jî ez bibînim. Lê wijdan û merhemet tune. Beyî bidarizînin muebet dan kurê min. Hevdîtinek 5 deqeyî nedan kirin. Ka tecrîd rabibû. Tecrîd ranebûye.”