Li Cizîrê qeyûm cihekî ku welatî xwe lê hênik bikin nehiştiye
- 09:13 14 Hezîran 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Bi hatina havînê re li navçeya Cizîr a Şirnexê germahî zêde bû, gel ji bo xwe hînik bike ji xwe re li cihekî hêşnahî û avê digere. Cihê herî zêde ku di germahiyê de welatiyan ji bo xwe hînik bikin lê star dibûn Parka Ataturkê bû. Lê Qeyûm ew jî di binê betonê de hişt.
Bi hatina havînê re li navçeya Cizîrê ya Şirnexê germahî zêde bû, gel ji bo xwe hînik bike li cihekî hînik û dar lê hebin digere. Şaredariya Cizîrê beriya ku qeûm tayînî wê bê kirin ji bo ku bi gel re bibe alîkar li serê çar rêyana Cizîrê di 26’ê Nîsana 2007’an de Park ava kiribû. Lê Wezîrê Karên Hindûr di 17’ê Mijdar a 2016’an de Faîk Arican ku Alîkarê Waliyê Dîlokê bû wekî qayûm tayînê Şaredariya Cizîrê kir. Qyûm Faîk piştî ku hat serî bi hinceta trafîkê asteng dike parka Ataturkê ku wekî cihê bêhnevdanê û hînikahiyê bû ji gel re zêde dît û di bin betonê de hişt.
Parka ku bi fermana qeyûm veguherandin nokteya polîsan wekî ku tinazê xwe bi gel bikin niha 4-5 sîwan lê hatine bicihkirin û çend heb jî dar lê hatine çandin. Welatiyên ku bertek nîşanê betonkirina parqê dan, anî ziman ku cihê ew dihatin bi tenê ev der bûye û piştî ku ev der jî hatiye betonkirin cihê ku ew biçin xwe lê hênik bikin li Cizîrê nemaye.