'Jin bi keda destên xwe jiyanê diafirîne'
- 09:01 14 Hezîran 2019
- Rojane
Tûlîn Muhemed
ŞEHBA - Jina bi navê Cîhan Hisen a ji Efrînê û niha li Şehbayê têkoşîna jiyanê dide derbarê karê çandiyê de axivî. Cîhanê got:"Çandinî ji bo mirovan tiştekî pêwist e û ev yek bêtir bi keda jinê pêş dikeve. Jin bi keda destên xwe jiyanê diafirîne."
Ji dîrokê heta niha di qada çandiniyê de jin xwedî kedek mezin û bi qîmet e. Jinê ev çanda ji dîrokek kevnar heta niha aniye. Yek ji jinên ku vê çandê berdewam dike jina bi navê Cîhan Hisen a ji Efrînê û niha li Gundê Babinê yê Şehbayê têkoşîna jiyanê dide ye. Cîhanê derbarê karê ku dike wiha axivî:"Ez ji karê çandiyê gelekî hez dikim. Hêviya min ew e ku Efrîn rizgar bibe û ez li wir karê çandiyê bikim. Ez dixwazim ji nû ve çiya û deştên Efrînê bi şênkayê bixemile."
'Ji bo malbatê û civaka xwe jinê her dem ked daye'
Cîhanê bal kişand ser keda jinê û wiha got:"Ji bo malbatê û civaka xwe jinê her dem ked daye. Jin bi çanda xwe ve girêdayî ye û her tim dixwzaze çanda xwe berdewam bike. Dema em hatin Şehbayê tiştek tune bû, lê jina Efrînî ji tunebûnê hebûnê diafirîne û Şehbayê bi keda xwe dixemilîne, çandinî jî çandek me ya kurda ye û em her tim çanda xwe diparêzin. Li vir tevî derfetên kêm me gelek cureyên şênkayî çand. Her wiha em bacan, xiyar, kundur û cureyên fêkiyan ên wekî din diçinin. Jinê ji destpêka dîrokê û heta roja îro rolek pir girîng di çandiniyê de lîstiye. Jin bi xwezayê ve girêdayî ye, ez rojane dixebitim ji ber karê çandiniyê ne hêsan e, lê ji ber jin ji şînahiyê hez dike dema kar dikim westandina xwe ji bîr dike."
'Jin bi keda destên xwe jiyanê diafirîne'
Cîhanê herî dawî wiha got:"Çandinî ji bo mirovan tiştekî pêwist e û ev yek bêtir bi keda jinê pêş dikeve. Jin bi keda destên xwe jiyanê diafirîne. Jina Efrînî tevî derfetên kêm li Şehbayê dîsa çanda xwe berdewam kir. Me her cih û warên Şehbayê bi çandiniyê xemiland. Lê li Efrînê dar, çiyayên me dişewitînin û malên me talan dikin. Bi çandinî û keda jinê em ê vegerin Efrînê û ji nû ve bi şînahiyê bixemilînin. Xwesteka min vegera Efrînê ye."