Saziyên sivîl ji Mêrdînê hişyariya şewatê kirin
- 15:43 13 Hezîran 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Rêxistinên Demokratîk ên li Mêrdînê, li dijî şewata prêze, zeviyên genim û daristanên di encama şer de pêş dikevin, hişyarî kirin û xwestin her kes hestiyar tev bigere û mudaxaleyî agir bikin.
Rêxistina TMMOB, ÎHD, KESK bi armanca balê bikişînin ser şewata daristan, prêze û zeviyên genim ên di rojên dawî de zêde dibe li Odya Endezyarên Înşaetê ya Mêrdînê daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê saziyan Vahap Irmak daxuyanî da. Irmak, anî ziman ku sedema şewata daristanan, sersaxî, rehetî, hişmendiya dagirker û metînger operasyonên leşkerî ne û wiha got: "Şewata daristanê ya li herêmê weki salên 90’an bi hinceta ewlehiyê bli zanebûn daristan tên şewitandin. Her sal ji ber operasyonên leşkerî li qadên daristanê şewat derdikeve. Piştî operasyonên leşkerî daristan tev dişewitin û dibin xwelî. Her sal bi hezaran hektar daristan dişewite. Disa ji ser şer û operasyonan dema agir bi daristan û zeviyan dikeve bi hinceta "ewlehiyê" destûr nadin şewata derketiye vemirînin.
Vahap, herî dawî ji bo şewata daristana herêma Omeriyan a navçeya Nisêbînê jî bang kir û wiha got: "Şewata li herêma daristana omeriyan derketiye bi hinceta "ewlehiyê" destûr nadin vemirînin. Divê rayedar destûr bidin ku peywirdar erka xwe pêk bînin. Divê astengiya li pêş şewatê bê rakirin."