Ew ê doza Fîgen Yuksekdag sibehê bidome
- 14:34 13 Hezîran 2019
- Hiqûq
ENQERE - Dê 12'emîn rûniştina Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag a doza girtî dihat darizandin sibehê bê dîtin.
Dê 12'emîn rûniştina Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag a doza girtî dihat darizandin sibehê li 16'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Kampusa Sincanê bê dîtin. Fîgenê di doza ku ji 7 fezlekeyan pêk tê de ji ber axaftinên li çalakiyan hatiye kirin û çalakiyên di bin banê KCD'ê de tê sûcdarkirin.
Li gor îdianameya ji 92 rûpelan pêk tê Fîgenê bi hinceta "Rêvebertiya Rêxistina Terorê" tê sûcdarkirin. Derbarê Fîgenê de 83 sal ceza tê xwestin.
Tê payin ku Fîgenê bi SEGBÎS'ê beşdarî rûniştinê bibe. Dê doz ji aliyê parlamenterên HDP'ê Muazzez Orhan, Şevin Coşkun, Abdullah Koç vû Kemal Bulbul ve bê şopandin.