Şahiya 'Xeyalên me qirêj nekin' tê lidarxistin
- 14:05 13 Hezîran 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Kombûna Jinan a UTAMARA 15'ê hezîranê ji bo zarokan wê bernameyeke şahiyê ya berfireh li dar bixe. Şahiya Zarokan a Keskesorê ku her sal tê lidarxistin, îsal jî bi dirûşma ''Xeyalên me qirêj nekin'' wê pêk were.
Navenda Kombûna Jinan UTAMARA ku xizmeta hiqûqî û psîkolojîk li Elmanya ji bo jinan dixebite, havînan jî ji bo jin, zarok û ciwanan kampên perwerde û aktîvîteyên sosyal organîze dike.
Navend dê ji bo zarokan û jinên xwedî zarok şahiyêk li kampa xwe organîze dike. Li bajarê Lînz (am Rheîn) a Elmanyayê ku Navenda Kombûna Jinan UTAMARA lê ye, dê 15'ê hezîranê ji bo zarokan wê bernameyeke dewlemend were kirin. Şahiya Zarokan Keskesor ku her sal tê lidarxistin, îsal bi dirûşma ''Xeyalên me qirêj nekin'' wê pêk were. Gelek sazî û dezgeh jî piştgiriyê didin şahiya zarokan. Her wiha ji ber ku dibistan tên girtin, 19-21'ê tîrmehê jî wê Kampta Zarokan were li dar xistin. Di navbeyna 26'ê tîrmehê û 2'yê tebaxê de wê Kampa Dayik û Zarokan bê organîzekirin.