Hevserokên şaredariyan hatin gel hevdu

  • 10:44 13 Hezîran 2019
  • Rojane
AMED - Li Amedê hevserokên şaredariyan ên HDP'ê hatin gel hevdu û derbarê pirsgirêkên di rêveberiyên herêmî de tên jiyîn axivîn. 
 
Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navend û navçeyên şaredariyên Amedê di hevserokatiya, hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli de li navenda konre û çandê hatin gel hevdu. Di civîna ku hat lidarxistin de li ser pirsirêk rêveberiyên herêmî û çareserkirina wê û xizmeta ji bo gel hat axaftin. 
 
Li ser xebatên konseya bajêr hat sekinandin
 
Selçûk Mizrakli derbarê serdana heyeta yekîtiya di navbera parlamenteran de agahî da û xebatên ku hatine kirin ragihand. Selçuk diyar kir ku ji bo birêvebirina bi hev re ya bajêr ew li ser xebatên konseya bajêr disekinin. 
 
'Divê GABB ji nû de bê çalakgirin'
 
Her wiha Selçuk diyar kir ku ew ê di demek nêz de derbarê GABB'ê de pêvajok nû bide destpêkirin û ji bo  pêşketina rêveberiyên herêmî bal kişand ser GABB'ê. Selçuk anî ziman ku derbarê dermankirinê de divê baldartir mirov tev bigere. 
 
Piştî axaftina Selçuk şaredariyên navçeyê derbarê çalakî û xebatan de agahî dan. Hevserokên navçeyan anîn ziman ku pirsgirêk dikare bi koordinayona dê di bin şaxê DBB'ê bê avakirin, bê çaresekirin.