Sedema neradestkirina TOKI'yan saziyên herêmî yên fermî ye!
- 10:43 13 Hezîran 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Parlamentera HDP’ê Nuran Îmîr ji bo ranedestkirina malên TOKÎ’yê ku pêşniyazpirs dabû Wezareta Bajarvanî û Hawîrdorê piştî 5 mehan hat bersivandin. Wezaretê ranedestkirina xaniyan saziyên herêmî berpirsiyar nîşan da.
Li navenda Şirnexê û navçeyên wê Cizîr, Silopî û Hezexê di navbera 2015 û 2016’an de di serdema qedexeya derketinên derve de gellek tax hatibûn serûbinkirin. Li şûna xaniyên xelkê Îdareya Malên Komî (TOKÎ) û Wezareta Bajarvanî û Hawîrdorê bi hevkarî 9 hezar 270 mal çêkirin. Hêj ji van malan nedaniye kesên heq kirine. Ranedestkirina xaniyên TOKÎ welatiyên li Şirnexê mexdûr dike.
Ji bo radestkirina xaniyên TOKÎ yên li navenda Şirnexê heta îro rayedarên AKP’ê gellek sozan dan. Tevî ku wezîr û rayedarên AKP’ê di du salên dawî de di her serdana Şirnexê de dibêjin ku dê di demek nêz de xanî bên radestkirin jî lê hêj xaniyan nedane xelkê.
Ji bo mexdûriyeta welatiyan biqede û kêmasiyên di xaniyên TOKÎ’yê de Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr nêzî 5 meh berê pêşniyazpirs dabû Wezareta Bajarvanî û Hawîrdorê. Wezaretê piştî 5 mehan bersiv da pêşniyazpirsê.
Wezaretê diyar kir ku ji 9 hezar 270 xaniyan 3 hezar û 824 xanî înşata wan temam bûye û hezar û 143 xanî jî di asta qebûlkirina derbasdar de ye. Wezaretê ragihand ku hêj çêkirina 4 hezar û 303 xaniyan didome û xaniyên çêkirina wan temam bûne radestî Miduriyeta Bajêr a Bajarvanî û Hawîrdorê kirine. Wezaretê da zanîn ku hemû malzemeyên di xaniyan de hatin bikaranîn testên wan hatine kirin û xaniyan bêkêmasî dane xwediyên wan ên heq kirine.
Wezaret li xwe mikûr hat ku her wiha radestkirina xaniyan ji ber “sedemên zorker” dirêj bûye û berpirsiyariyê avêt ser milê saziyên li herêmê ango bajêr in.