Ayşe Çetîn: Me ji derdê xwe re derman nedît

  • 10:13 13 Hezîran 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Kurê Ayşe Çetîn yê 20 salî dema 10 rojî bû ji ber derziyê şaş felç bû. Ayşe, diyar kir ku ji ber polîtîkayên taybêt ya li hemberî Mexmûrê gelek zarok jiyana xwe ji dest dan û wiha got: "Me ji derdê xwe re derman nedît."
 
Bi salane şêniyên Wargeha Mexmurê ji axa xwe dur dijîn. Polîtîkayên cuda her tim li hemberî Mexmûrê hat meşandin. Yek ji van polîtîkayan ji di salên 1998-2005'an de pêk hat û dermanên şaş ji bo gelê Mexmurê dihatin birêkirin. Ev dermanên şaş bû sedema nexweşiyên cur bi cur û gelek zaroka jiyana xwe ji dest dan. Kurê Ayşe Çetin yê 20 salî û dema 10 rojî bû ji ber derziyê şaş felç bû. Eyşe Çetîn li ser rewşa kurê xwe û ev êşa 20 sal in zêdetire dîkêşine ji ajansa me re vegot. 
 
Sîpan Çetîn di sala 1999'an de li Wargeha Mexmûrê hat dinê. Dema 10 rojî bû ji ber nexweşiyê birin nexweşxaneyê. Li gorî malbatan dema rakirina nexweşxanê bijîşkan derziya şaş lê dane û felç bûye. Ji xarine û vexarinê bigire heta pewistiya jiyanî tîşteki bi serê xwe nikare pêkbine. Dayika Sipan Eyşê Çetin li ser rewşa kurê xwe û ev êşa 20 salan zêdetire dîkêşîne hestên xwe wiha anî ziman: "Beriya Sîpanê keçikeke min hebû û hîn nebû şeş mehî ji ber germiya zêde nexweş ket. Ji ber bêderfetbûnê û bê dermanbûnê me nekarî em demildest bibin nexweşxaneyê. Me li ser destê xwe û bi meşê bir nexweşxaneya Mexmura jêr, lê beriya bigihêjîn nexweşxanê li ser destê min jiyana xwe ji dest da."
 
‘Derziya şaş hat bikaranîn’
 
Li ser nexweşiya kurê xwe Eyşe wiha dirêjî da gotinên xwe: “Kurê min hêj di 10 rojî bû û di şevekê zêde digiriya û ranediket. Me Sîpan bir nexwexşaneyê û derziyek lêdan lê baş nebû. Me carek din bir û dema carek din derzî lêdan rewşa wî xirab bû. Li ser hev çend caran me bire nexweşxane û me anî. Bijişkên vê derê berê me dan bijişkên li bajarê Musilê. Li wir em pê hesiyan ku ji ber derziya şaş kurê min felç bûyê. Li van deran tu bijişk, nexweşxane neman ku em neçûne. Lê me ji derdê xwe re derman nedît."
 
‘Nikare bi tenê sere xwe bijî'
 
Di berdewamiya axiftina xwe de Eyşe bal kîşand li ser bê derfetiyê û wiha got: “Ger derfet hebûya wê kurê min bikara bi tena sere xwe av vexara. Gelek bijişkên ku em diçûn gel berê me didan welatê Tirkiye. Lê ji ber em penaberbûn û di wan deman de rê û rêbaz nexweşbûn, me nekari em biçîn li Tirkiyeyê. Pîşti 13 salan ku em perîşan bûn tu bîjîşk neman ku em neçunê. Me carek şand Wanê. Lê ji ber ku demek dirêj serde derbaz bîbû êdî  tu çareya wî nemabû. Bîjîşkan ji mere gotin ger we beriya bibe 7 salî bi anîban me dikari em çareseriyekî jêre bibinin. Herî kêm we bikaribûya pediweyên xwe yên rojane bixwe bikariba pê bîne. Lê niha kurê min nikare bi tene sere xwe avek vexwe.”
 
'Hewcedariya xwedîkirina bi taybet heye'
 
Ayşe wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez bang li  wan kesên ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin dikim, li wargeha me gelek zarokên mina Sîpanê hene. Bila bi çavê mirovekî bi tendurîstî li van zarokan temaşe bikin. Zarokên bi vê awayî pêwistî bi tedavî û xwedîkirineke taybet heye."