Li Êlihê kesên hatin binçavkirin hatin berdan

  • 09:43 13 Hezîran 2019
  • Rojane
ÊLIH - Li Êlihê 33 kesên ku  xwestin li Heskîfê daxuyaniyê bidin û hatin binçavkirin serbest hatin berdan. 
 
Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dema ku xwestibûn li dijî texrîbata li Heskîfê daxuyaniyê bdiin bi êrîşa polîsan a gaza îsotê û êrîşa guelyên plastîk hatibûn. Di encama êrîşa hat kirin de 33 kesên ku di nav wan de Hevserokê HDP'ê yê Êlihê Gulcemal Erdînç û Îkram Îrgî, rojnameger Sonya Bayik jî hebûn bi derbkirinê hatibûn binçavkirin.  Kesên ku hatin binçavkirin piştî ku li emniyetê îfadeyên wan hatin girtin serbest hatin berdan.