Ayla Akat Ata: Pêkanînên salên 90’î şûnde vegeriyane

  • 09:10 13 Hezîran 2019
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
AMED - Ayla Akat Ata  der barê îşkenceya zayendî ya li hemberê kesên li Xelfetiyê hatin binçavkirin pêk hatiye û wiha got: “Em niha dibînin ku pêkanînên salên 90’î şûnde vegeriyane. Bi şîdeta zayendî ya li hember jinan dixwazin payamê bidin civakê. Em ê hem bi riya hiqûqî hem jî bi riya îtîrazkirina civakê bikevin tevgerê.”
 
Li navçeya Xelfetî ya Rihayê piştî komîserekî jiyana xwe ji dest dabû şûnde, bi ser gudan de hatibû girtin û di nav de jin û zarok jî hene 50 kes hatibûn binçavkirin. Piştî ku wêneyên îşkenca li kesên hatine binçavkirin derketin holê, rastî bertekên mezin hat. Dozgerî û dadgeriya Rihayê bi awayekî ku îşkencê piştrast bike, daxwaz kirin ku kesên binçavan de bibin navendeke din. Jinên derketin dadgehê gotin ‘wan îşkenca zayendî’ dîtiye û li ser vê tevgerên jinan ket nav tevgerê. Endama Komeleya Jinan a Rosa Ayla Akat Ata, der barê mijarê de axivî û got rêxistinbûn pir girîng e.
 
‘Armanca wan çavtirsandine’
 
Aylayê bi lêv kir ku rewşa herî şênber a şîdeta zayendî ya ji dewletê pêk tê, di bin çavan de derketê holê û wiha got: “Bi dehan salane em bi têkoşînê li dijî vê sekinînin. Ji salên 90’î şûnde em li dijî şîdeta zayendî, tacîz û tecawizê di pêvajoya alîkariya hiqûqî de bûn. Pêvajoya darazê hîna didome. Parêzerên şopdarên vê ne hene lê aliyê vê yê civakî pir girîng e.  Bi şîdeta zayendî ya di bin çavan de dixwazin çavê gel bitirsînin.”
 
‘Ev ne rastiyek bi êşe, ev peyamek der barê pêşerojê de ye’
 
Aylayê di berdewamiyê de destnîşan kir ku kesên îşkence dîtine, derxistine dozgerî û dageriyê û şîdeta li wan hatiye kirin di beden wan de bi awayekî cidî hatiye dîtin, dadger daxwaz kiriye ku mexdûran bibin navendeke din ya binçavkirinê.
 
Aylayê ev tişt daxuyand: “Nokteya esas ya di vir de; Ger wêneyên wisa bê weşadin, ev peyameke der barê pêşerojê de dihewîne. Ev peyamek der barê niha de ye. Ev ne rastiyeke bi êş e. Em niha dibînin ku pêkanînên salên 90’î şûnde vegeriyane. Bi şîdeta zayendî ya li hember jinan dixwazin payamê bidin civakê. Ev nikare bê qebûlkirin. Em ê hem bi riya hiqûqî hem jî bi riya îtîrazkirina civakê  bikevin tevgerê.”
 
‘Divê em li dijî vê pêvajoyê xwe rêxistin bikin’
 
Aylayê di dawiya axaftina xwe de diyar kri ku divê tevgera siyasî ya Kurd, jin, ciwan û hemû aliyên civakê li dijî vê pêvajoyê xwe rêxistin bikin û wiha dawî lê anî: “Her wiha berpirsyariyek mezin dikeve ser milê Tevgera Jinên Tirkiyeyê. Di heman hefteyê de yek li Enqereyê yek ji li Rihayê du bûyerê şîdetê derketin holê. Di heman pêvajoyê de di bin navê reforma darazê de daxuyaniyek hat dayîn. Serokomar ev daxuyanî da û got ji şîdetê re sifir tolerans.  Ev tê wateya ku dema ‘wê bê kirin lê wê bê veşartin’ hat girtin, dema ‘wê bê kirin û li pişt vê bê sekinandin’ hatiye destpêkirin. Êdî li pişt îşkenceyê tê sekinandin. Divê li dijî vê îtîraz û refleks bên pêxistin. Em ê şopdarên vê pêvajoyê bin.”