'Darên bi hezar salan hatiye çandin bi destên dijminê mirovahiyê tên şewitandin'

  • 09:06 13 Hezîran 2019
  • Rojane
Sara Şêx Hesen 
 
HELEB - Derbarê zevî û darên  li Efrînê tên şewitan de jinên Helebê diyar kirin ku zirara li dijî xwezayê zirara li dijî mirovahiyê ye û wiha gotin:"Darên bi hezar salan hatiye çandin bi destên dijminê mirovahiyê tên şewitandin. Lê tu kes nikare vîna gelê Efrînê bişkîne."
 
Piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê şûnde hewldanên di warê guhertina demografîk de didomin. Her wiha dar û zeviyên Efrînê tên şewitandin û ev yek zirarek mezin dide xwezayê. Têkildarî mijarê de jinên Helebê bi lêv kirin ku ew van kiryaran rast nabînin û wiha gotin:"Li dijî êrîşên dijmirovî em ê her di nava têkoşînê de bin."
 
'Bi şewitandina daran nikare vîna me bişkîne' 
 
Dayika bi navê Pêrwîn Temo diyar kir bi şewitandina daran îradeya wan nikare bê şikandin û wiha got: "Erdogan û çeteyên xwe Efrîn dagir kirin.  Gelê Efrînê ji neçarî koçber bûn. Kiryarên Erdogan di Efrînê de hîn berdewam e, piştî lêkirina dîwaran dest bi şewitandina zeviyên Efrînê kir û xwezaya Efrînê talan û wêran dike. Lê Erdogan nikare vîna me bişkîne."
 
'Berxwedana Efrînê dê bi ser keve' 
 
Xalîde Cernas  jî qala berxwedana gel kir û wiha dewam kir: "Em ê li berxwe bidin heta ku em bigihêjin armanca xwe. Şerekî pir hovene li ser me hat meşandin. Lê îradeya me ji teknîkê wî bi hêztir e, çiqas sînora lêke, bi îradeya me dê sinor were şikandin. Niha jî zevî, xweza û darên bi hezarê salan hatine çandin bi destên dijminê mirovahiyê tê şewitandin. Dirûşma me her berxwedan e."
 
'Keda gelê Rojava bi destên dijminên mirovahiyê tê binaxkirin'
 
Rûşîn Ebdulrahman wiha got: "Em tu carî  kiryarên Erdogan ên li ser xwe qebûl nakin, em şermezar dikin. Her êrîşên Erdogan li ser me heye ji her aliyî jî berdewam e. Li Herêma Cizîrê şewitandina genim ku bi destê karkeran hatiye çandin bi sebir li benda wê bûn, di dawiyê bi destên dijminên mirovatiyê tê şewitandin. Her wiha li Efrînê jî dar û baxçeyên Efrîniyan dişewitîne. Ji bilî wê jî her roj sivîl tên qetilkirin û jin jî tên revandin. Keda gelê Rojava bi destên dijminên mirovahiyê tê binaxkirin." 
 
'Em serî li hember Erdogan natewînin'
 
Fatma Emîr jî wiha got: "Tu carî Erdogan nunertiya mislimantiyê nake, ne helalî ne jî heramiyê dizane. Tu zagonên cîhanê de tuneye ku mirov êrîşî xwezayê bike, lê li gor Erdogan her tişt heye. Em serî li hember Erdogan natewînin. Em ê her dem li ber xwe bidin heta ku em azadiya Rêber  Apo û welatê xwe misoger bikin."