Evîn Siwêd: Ji bo demokrasî pêş bikeve û wekheviyek mayinde ev kongre girîng e
- 09:04 13 Hezîran 2019
- Rojane
Şêrîn Zêrevan-Roj Hozan
QAMIŞLO - Berdevka Kongreya Star ya Rojava Evîn Siwêd di derbarê Kongreya Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de a ku wê di 14’ê Hezîranê de were lidarxistin, agahî da û got:"Ji bo parastina mafên jinên zêdetir bê kirin. Ji bo demokrasî pêş bikeve û wekheviyek mayinde ev kongre girîng e. Beşdarbûna ji bo kongreyê jî mijarek girîng e."
Berdevka Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd li ser mijara Kongreya Meclîsa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku wê di 14’ê Hezîranê de were lidarxistin, nirxandin kir. Evînê diyar kir ku dê kongre bi beşdarbûna jinên sazî, partî, rêxistin û netewên cuda pêk were û got ku divê di kongreyê de nêrînên jinê yên ji bo parastina mafên wê derkeve pêş.
'Em ê di kongreyê de li ser rol û mîsyona jinê nîqaş bikin'
Evînê wiha got:"Têkoşîna jinê di nava 7 salên şoreşê de li ber çav bû, ev ked jî bi pêşengiya jinên Kurd bi kombûna hemû jinên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat. Di gelek cihan de destkeftiyên mezin hatin bidestxistin. Di demeke nêz de wê jinên pêkhateyên Sûriyeyê bên gel hevdu û derbarê aştî û azadiyek mayinde û parastina mafên jinê de nîqaşan bikin."
'Em dixwazin ji neteweyê jin di kongreyê de nîqaşa parastina mafên xwe bikin'
Evînê da zanîn ku ji bo kongre xurt derbas bibe divê hemû jin amadekariyên xwe bikin û wiha dewam kir:"Me bi sazî û rêxistinên cuda re di 13'ê Adarê de civînek li dar xist. Ji bo bingeha vê kongreyê baş bû. Ya girîng ew e ku ji sazî, rêxistin û netewên cuda jin beşdarî kongreyê bibin. Em dixwazin ji neteweyê jin di kongreyê de nîqaşa parastina mafên xwe bikin.
'Di kongreyê de wê koordinasyonek were avakirin û temsîliyeta tevahî jinan bike'
Evînê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo amadekariyên kongreyê êdî em ber bi gavên dawî ve diçin. Dîsa jî wê di nava kongreyê de gelek nîqaş werin kirin û logoya meclisê wê were derxistin. Wê koordinasyonek ji meclisê re were avakirin ku temsîliyeta hemû jinan bike. Hejmara vê koordînasyonê jî wê ji 17 jinan pêk were. Piştî ku kongre were lidarxistin û bi rengekî fermî were îlankirin, êdî wê meclîs jî karê xwe bi rengekî fermî bide meşandin. Bi dehan jinên partiyên cuda wê tevlî nava vê meclisê bibin. Em girîngiyê didin nêrînên cuda. Jinên ku bibin endamên vê meclisê wê bi xwe karê xwe bidin meşandin û plana xwe der bixin û biryarên xwe erê bikin. Hêviyên me serkeftina tevahî jinan e."