Jina rastî êrîşa gotinî hat serlêdana sûc kir
- 09:22 12 Hezîran 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Hulya Kiliç a 22 salî, li Mêrdînê li kafeyeke rastî heqereta xwediyê kargeriyê yê bi navê M.A. û xebatkarê kafeyê Ş.A yê hat, der barê wan de serlêdana sûc kir.
Li Mêrdînê di rojên borî de Hulya Kiliç ya 22 salî çû kafeya bi navê O.N.A. Hulya li kafeyê rastî heqereta xwediyê kafeyê M.A û xebatkarê kafeyê Ş.A hat. Hulyayê der barê berpirsan de li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê serlêdana sûc kir. Hulyayê got piştî bûyerê emniyetê ji bo îfadeyê gazî wê kiriye û îfadeya wê girtine. Hulyayê got ew heta dawî li dijî van kesan wê têkoşîna xwe bimeşîne.
Rastî heqeretê hat
Hulyayê bi lêv kir ku 4 meh in li vî bajarî dijî û berê jî çûye vê kafeyê û got bi xwediyê kafeyê M.A re nîqaş jiyaye. Hulyayê got di cara duyemîn de xebatkarê wir Ş.A jî gotiye ‘tu nikarî bikevî vê kafeyê, talîmata Murat Beg heye, bicehme ji vir.’
Hulyayê destnîşan kir ku piştî bûyerê çûye cem Ş.A û gotiye ‘tu nikarî van gotinan bêjî’ û li ser vê bersiva ‘Zêde dirêj neke ji vir bicehme’ girtiye û rastî mudaxaleya fîzîkî hatiye. Hulyayê got rastî gotinên ‘Vê jinê ji vir derxînin, vê carek din li Mêrdînê negirin cihên wisa’ û sê kesên din yên li kafeyê jî bi ser wê de hatine û piştî vê ji kafeyê derketiye.
‘Polîs sê saet şûnde îfada min girt’
Hulyayê diyar kir ku heman rojê çûye Ewheliya Artukluyê û wiha got: “Komîser hat cem min. Bi awayekî rehet got ‘e tu jî neçe wir’. Min got ‘van kesan heqeret li min kiriye, ez tehdîd kirime’ Min got li şûna min keça we an jî hevjîna we bûna we yê çi bikira. Piştre polîs hat û qerfên xwe kir û got ‘Tu li cihê şaş î, divê tu li Wezareta turîzmê bûna’. Piştî 3 saetan şûnde îfada min girtin. Heman rojê em çûn kafeyê. Ev bûyer roja şemiyê hat jiyîn û em roja yekşemê çûn dozgeriyê. Min serlêdana sûc kir.”
Hulyayê di dawiya axaftina xwe de got wê têkoşîna xwe ya hiqûqî heta dawî bimeşîne û got yên ku ev tişt ji wê re gotine wê sibê ji kesên din re bikin.