Piştî Şîrîn Tekelî du sal
- 09:19 12 Hezîran 2019
- Portre
Sîbel Ozalp
NAVENDA NÛÇEYAN - Di mijara lêkolînên jinan û tevgera jinan ên li Tirkiyeyê de yek ji jinên pêşeng nivîskara femînîst û aktîvîst Şîrîn Tekelî ye. Şîrîn Tekelî du sale ji nav me koç kiriye. Şîrîn Tekelî ji bo jinên Tirkiyeyê pir zêde hêvî û îlham hişt û her wiha tevgera femînîst jî deyndarê Şîrîn Tekelî ye.
Şîrîn a ku pêşenga tevgera jinan a pêla duyem a li Tirkiyeyê bû, di 1944’an de li Enqereyê hat cîhanê. Dê û bavê wê mamosteyên felsefeyê bûn. Şîrînê li Lîseya Keçan a Eneqereyê beşa fenê dixwend û bi awayekî cidî pirtûkên wêje û felseyê jî xwend. Şîrînê di 1961’ê de piştî lîseyê çû Parîsê. Doç Dr. Şîrîn Tekelî ku di mijara jinê û tevgera jinan a li Tirkiyeyê de lêkolîn dikir, di hezîrana 2017’an de di 73 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Şîrînê li Parîsê piştî hiqûq û Fransî, li Swîsreyê li Zanîngeha Lozanê perwerdeya zanista siyasetê dît. Di navbera 1968-1981’ê de li Zanîngeha Stnbolê li Fakulteya Îktîsadê hîndekarî kir. Piştî 12’ê îlonê bi avabûna YOK’ê re ji zanîgehê îstîfa kir. Şîrînê di 1980’ê de cihê jinan a di qada cemawerî ya li Tirkiyeyê lêkolîn kir û teza doçentiyê ya bi navê ‘Jin û Jiyana Civakî-Siyasî’ amade kir. Piştre ji weşanên Bîrîk wek pirtûk hat çapkirin. Di 1984’an de ‘Kampanya daxwaznameyan a guherîna Qanûna Medenî’, di 1987’an de ‘Meşa protestoya li dijî lêdanê’ û ‘Şahiya Kariyerê’ û gelek bernameyên din pêşengiya wê kir.
Şîrînê xebatên avakirina Weqfa Navenda Zanîn û Pirtûkxaneya Berhemên Jinan da destpêkirin. Di 1997’an de di avakirina Komeleya Piştgiriya Namzetên Jin (KADER), Mor Çati, Koperatîfa Anakultur û Wînpeace- Hewldana aştiyê ya Jinên Yewnan-Trik de cih girt. Di 1996’an de Xelata Palmiya Akademîk a Wezareta Çanda Fransayê ji bo wê hat dayîn. Di 73 salan de 25 pirtûk nivîsî.
Şîrînê diyar dikir ku yek gotinek Fransî nizanîbû, çû Parîsê û li wir hewl da Fransî fêr bibe û piştre di 1962’an de dest bi xwendina hiqûqê kiriye.
Piştî Parîsê berê xwe da Lozanê
Piştî Parîsê berê xwe dide bajarê Lozan a Swîsreyê û li wir Zanistên Siyasî û Civakî ya zanîngeha Lozanê dixwîne û piştî perwerdeya xwe tema dike vedigere Stenbolê û di beşa zanistên siyaseta fakulteya îktîsadî ya zanîngeha Stenbolê de wek asîstan dixebite û di heman demê bi Ahmet Tekelî re dizewice. Berhema xwe ya ewil di 1973’an de teza xwe ya doktorayê temam kir. Di 1978’an de jî teza doçentiyê ya ‘tevlîbûna jinan a siyasetê’ amade kir.
Şîrîn di damezrandina Yekitiya Asîstanên Dibistana Bilind, Akademî û Zanîngehan (TUMAS) cih girt û di van civînan de ku hîna femînîzm nedihat telafuzkirin, got çima dengê jinan kêm derdikeve û di 1979’an de di mîsyonek jinan de cih girt û di mijara tevlîbûna jinan a siyasetê de xebat meşand.
Piştgiriyek mezin da tevgera femînîst a Tirkiyeyê
Şîrînê her wiha li dijî YOK’ê ji peywira xwe ya zanîngehê jî îstîfa kir. Şîrînê ji bo femînîzm bê fêmkirin ewil berhemên femînîst li Tirkî wergerand û her çiqas hemû berhemên xwe neweşandibe jî li Tirkiyeyê piştgiriyên girîng daye tevgera femînîst.
Şîrîn Tekelî li pey xwe gelek xebatên girîng ên ku rê dide ber jinan, hişt. Beriya bimre got bila bedena wê ji bo lêkolînên zanîstî bê bikaranîn û bexşê Fakulteya Tipa Cerrahpaşayê kir. Ji ber vê merasîma cenazeya wê pêk nehat. Piştî Şîrînê parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglu wiha got: “Em ê zanyarek jin teslîmî zanyarek jin bikin; Em ê teslîmî mamoste Şebnem (Şebnem Korur Fîncanci) bikin.”
Navenda Xebatên Jinan û Zayenda Civakî ya Zanîngeha Sabanci (Su Gender) piştî mirina Şîrînê her sal ‘Xelatên Lêkolînê ya Şîrîn Tekelî’ dide.