Jinên Mexmûrê bertek nîşanî êrîşên ser Başûrê Kurdistanê dan
- 09:18 12 Hezîran 2019
- Rojane
MEXMÛR - Jinên Mexmûrê bertek nîşanî êrîşên dewleta tirk ên ser Başûrê Kurdistanê dan û gotin:"Em êrîşên li ser axa xwe qebûl nakin. Çi dibe bila bibe divê gelê Kurd bibe yek û li dijî van êrîşana bisekinin."
Dewleta tirk ji 27'ê Gulanê heta niha êrîşî Xakurkê ya Herêma Bradostê ya girêdayî Başûrê Kurdistanê dike. Têkildarî mijarê de jinên Mexmûrê diyar kirin ku ew ê heta dawiyê li dijî êrîşan bisekinin û wiha gotin:"Em van êrîşan lanet dikin. Em wekî Gelê Kurd tu carî li dijî êrîşan serî natewînin û em ê berxwedana xwe bidomînin."
'Divê tu kes alîkariya dijminên gelê Kurd nekin'
Dayika bi navê Emîne Sihat nerazîbûna xwe ya li dijî êrîşan anî ziman û got:"Dewleta tirk bi tank û topên xweve êrişî Xakurkê dike. Çi karê wan heye li ser xaka Başurê Kurdistanê. Êrişî gundiyan dike, di nava baxçeyên wan de gundiyan bombebaran dike û qetil dike. Divê hemû cîhan li dijî van êrîşan bisekine. Divê di destpêkê de rayedarên Başûrê Kurdistanê li dijî vê yekê bisekine. Hemû çiyayên me topbaran dikin û agir pê dixin. Ev yek li tu cihê cîhanê divê neyê qebûlkirin. Divê tu kes alîkariya dijminên gelê Kurd nekin."
'Her mirovek pêwist e mafê xwe û axa xwe biparêze'
Dayika bi navê Fadile Yilmaz wiha got:"Dewleta tirk bizanibe kurdek li ku derê ye wir bombebaran dike. Ev 25 sal in em ji ber zilmê hatine koçberkirin. Li her derê dijminahiya Gelê Kurd tê kirin. Lê mixabin li dijî vê dijminatiyê gelê Kurd nabe yek. Ev jî kêmasiyek mezin e. Çi karê dewleta tirk li ser axa Başûr heye? Iraq û rayedarên Başûrê Kurdistanê li dijî vê yekê bertek nîşan nadin. Êrîşî sîvîlan dikin û wan qetil dikin. Divê em li dijî vê yekê bêdeng nemînin. Her mirovek pêwist e mafê xwe û axa xwe biparêze. PKK li hember zilmê û neheqiyê rabûye, li hember dagirkeriyê rabûye. Çawa PKK li hemû kurdan xwedî derdikeve bangawaziya me ji bo hukumeta Başûr jî ew e ku li hemû kurdan xwedî derkeve."