ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2019'AN

  • 09:00 12 Hezîran 2019
  • Rojev
*Jinên xebatkarên Çayxaneya Gardînya ya jinan  a li navçeya Girkêlegê di derbarê pêkanîna projeye xwe ya xweser a jinan dibêjin: "Projeya Gardînya ji bo rehetiya tevahî jinan hatiye pêkanînin. Divê jin xwedî li keda xwe derbikeve ji bo siberojeke azad û aborîyeke xurt em dixebitin. Projeya Gardînya ji bo pêşketina jinan hat avakirin." DÎMEN HEYE
 
*Jinên Efrînê yên li Gundê Wehşiyê yê Navçeya Fafîn a Şehbayê li ser lêkirina dîwar û guhertina demokrafîk a Efrînê de axivîn û gotin:"Jinên Efrînê li hember kiryarên dewleta tirk serî natewînin û em ê bi serbilindî vegerin Efrînê." DÎMEN HEYE
 
*Xwendekarên Kantona Efrînê yên ku li Şehbayê xwendina xwe berdewam dikin, dest bi ezmûnan kirine. Xwendekarên ku tevlî ezmûnan bûne axivîn û gotin: "Em bi hêvî ne sala bê li Efrînê xwendina xwe berdewam bikin."  DÎMEN HEYE
 
*Şûnwarnas Nevîn Soyukaya bal kişand ser qetlîma çand û dîrokê û destnîşan kir ku Sûrên Amedê ne li gorî xwezaya xwe û bi awayekî otantîk nehatine restorekirin. Her wiha şêniyên li Sûrê dijîn jî wiha gotin: “Amed bi Sûrên xwe bi wate ye.”  DÎMEN HEYE
 
*Jinên Mexmûrê bertek nîşanî êrîşên dewleta tirk ên ser Başûrê Kurdistanê dan û gotin:"Em êrîşên li ser axa xwe qebûl nakin. Çi dibe bila bibe divê gelê Kurd bibe yek û li dijî van êrîşana bisekinin."  DÎMEN HEYE
 
*Di mijara lêkolînên jinan û tevgera jinan ên li Tirkiyeyê de yek ji jinên pêşeng nivîskara femînîst û aktîvîst Şîrîn Tekelî ye. Şîrîn Tekelî du sale ji nav me koç kiriye. Şîrîn Tekelî ji bo jinên Tirkiyeyê pir zêde hêvî û îlham hişt û her wiha tevgera femînîst jî deyndarê Şîrîn Tekelî ye.