Dilek Hatipoglu: Hûn nikarin me ji riya heqiyê biqetînin
- 15:08 11 Hezîran 2019
- Rojane
WAN - Hevseroka Şaredariya Colemêrgê ya DBP'ê ya berê ya niha girtî, Dilek Hatipoglu derbarê êrêkirina cezayê wê yê ji aliyê dadgeha bilind ve hat erêkirin de got:"Ne 16 sal 16 hezar sal ceza bidin ew ê nikaribin me ji riya heqiyê biqetînin. Em bi biryar in û em paşde gav navêjin."
Hevseroka Şaredariya Colemêrgê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya berê ya niha li Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Sîncana Enqreyê girtî, Dilek Hatipoglu bi malbata xwe re peyam ji raya giştî re şand. Dilek Hatipoglu derbarê êrêkirina cezayê wê yê ji aliyê dadgeha bilind ve hat erêkirin de anî ziman ku ew ji rêya xwe ya heqiyê venaqete.
Peyama Dîlekê wiha ye:"Ne 16 sal 16 hezar sal ceza bidin ew ê nikaribin me ji riya heqiyê biqetînin. Em bi biryar in û em paşde gav navêjin. Bila li dîrokê binêrin. Di dîrokê de gotina herî dawî kesên serî hildaye kirine. Em ê heta dawiyê serî hildin û teslîm nebin. Dewrêşê Evdî çawa ku ji bo evîna xwe bera dû mirinê daye em jî neviyên Evdalan ê ku bi heman evîndariyê jiyane ne. Em ê tevî mirinê evîna xwe bijîn."