Bavekî hewl da ku du zarokên xwe qetil bike

  • 13:10 11 Hezîran 2019
  • Rojane
ÎZMÎR - Li navçeya Bayrakli ya Îzmîrê Mustafa Kemal S. li malê bi çekê êrîşî du keçên xwe kir û ew bi giranî birîndar kir. 
 
Mustafa Kemal S. (45) ê li navçeya Bayrakliya Îzmîrê dijî bi çekê êrîşî du keçên xwe kir. Mustafa Kemal S. li ber çavê hevjîna xwe bi çifteyê êrîş kir û keça xwe Sudenaz S. (16) û Gamze S. (13) bi giranî birîndar kir. Polîs û xebatkarên tenduristiyê li ser îxbarê çûn cihê bûyerê û her du birîndaran bi ambulans3e rakirin nexweşxaneya Zanîngeha Egeyê. Hat zanîn ku rewşa her du xwişkên hev jî giran e. 
 
Hat gotin ku êrîşkar jina pê re zewicî jî derb kiriye.