Li Salîhliyê mirina jinekê ya bi gûman
- 12:14 11 Hezîran 2019
- Rojane
MANÎSA - Li Salîhliyê jina bi navê Fatma Akkaya bi awayê bi gûman mirî hat dîtin.
Li navçeya Salîhlî ya Manîsayê cenazeyê jina bi navê Fatma Akkaya (63) ku bi awayekî bi gûman jiyana xwe ji dest daye hat dîtin. Fatma ya ku cenazeyê wê hat dîtin dayika 3 zarokan bû, demek dirêj bû agahî jê nedihat girtin. Ji ber ku agahî jê nedihat girtin xizmên Fatmayê çûn mala wê ya ku bi tenê dijiya û cenazeyê wê dîtin. Li ser giliyê ku hat kirin polîs hatin cihê bûyerê.
Polîs di lêkolîna ku li cihê bûyerê kir de, diyar kir ku li laşê Fatmayê şopa derban heye.
Cenazeyê Fatmayê piştre ji bo otopsiyê rakirin nexweşxaenyê.