Bi sedan Şêniyên Qamişloyê êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin
- 12:14 11 Hezîran 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Îro bi sedan şêniyên Qamişloyê û gundewarên wê bi dirûşma " Bi rihê serhildana Şeladizê, dagirkeriya Tirk em ê têk bibin Biradostê biparêzin û Efrînê rizgar bikin" meşiyan.
Di pêşengtiya Kongeraya Star û Meclîsa Qamişloyê bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê û gundewarên wê ya herêma Cizîrê daketin qadan, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê şermezar kirin. Bi tevlîbûna endam û rêveberiyên sazî û dezgehên sivîl û Rêveberiya Xweser meş pêk hat. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û şaxên zeytûnan hatin hilgilrtin.
Meş ji qada Osman Sebrî dest pê kir û bê navber bi dirûşmeyên "Na ji dagirkeriya Tirk a li ser Xakûrkê, "bimre dagirkeriya Tirk, "bê serok jiyan nabe", "berxwedan jiyan e", "Bijî berxwedana Efrînê" heta Qada Şehîd Rûbar Qamişlo, meşê berdewam kir.
Piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê Kongreya Star Şemsîxan Gulo axivî. Şemsîxanê got:"Li dijî dagirekeriya dewleta Tirk berxwedana gelê kurd ya bêhempa rû dide. Em tu carî qebûl nakin axa bi xwîna Şehîdan hatiye avdan dagirker li ser bimînin, berxwedana Efîrnê didome û em ê bi têkoşîna xwe axa xwe ji dagirkeriya Tirk a li Xakûrk, Efrîn û hemû axa Kurdistanê rizgar bikin. Dê serkeftin a me be."
Meş bi dirûşma "Jiyan jiyan azadî", "Berxwedan jiyan e", bi dawî bû.