Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
- 12:09 11 Hezîran 2019
- Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê û bi muwekilê xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Oclalan, Raziye Turgut, Îbrahîm Bîlmez, Rezan Sarica û Serbest Koklo, bi armanca biçin Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Serlêdanên hevdîtinê yên parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û heta 2’yê Gulana 2019’an, 810 caran bi hinceta “muxalefeta hewayê heye", “Koster xerabe ye", “Koster li tamîrê ye" “OHAL” "Astengiyên der barê girtî yên qanûna hêjmar 5275'an de" hatin redkirin.
Parêzer Nevroz Uysal û Rezan Sarica, pişti 8 salan yekem car di 2'ê Gulanê de û herî dawî jî di 22’yê Gulanê de hevdîtin bi Ocalan re kirin.