Girtiyê jê re gotin ‘tiştekî te tune’ du mehe di nexweşxaneyê de ye

  • 09:12 11 Hezîran 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Girtiyê bi navê Mehmet Serhat Akbulut ku li girtîgehê rewşa wî xerab bû û rakirin nexweşxanê, emelyeta mêjî derbas kir. Dayika wî Hayriye Akbulut da zanîn ku ji bo dermankirina wî srlêdan kirine û got: “Kurê min du mehe ne li ser hişê xwe ye. Berê jî me raporên wî dan her derê lê hem girtîgehê hem jî dozger got tiştek tune û dermankirin red kirin.”
 
Girtiyê bi navê Mehmet Serhat Akbulut ê li girtîgeha Tîpa L ya Maltepeyê dimîne dema derketibû hewadariyê j, rewşa wî xera bû û rakirin nexweşxanê emelyeta mêjî derbas kir. Girtiyê ku 4 leşker li ber deriyê odeya wî  nobetê digirin, derket holê ku 2 mehe ne li ser hişê xwe ye. Malbata ku dixwaze kurê xwe bibîne jî bi destura dozgeriyê dikarin bikevin hundir.
 
‘Du mehe hişê wî girtî li nexweşxaneyê ye’
 
Dayika wî Hayriye Akbulut got kurê wê di 18 saliya xwe de li Nisêbînê hatiye girtin û 3 sale beyî sedem di nexweşxaneyê de ye û wiha got: “2 meh berê li girtîgehê di carekê de dikeve û hevalên wî agahî didin û radikin nexweşxanê. Mehmet ji biçûkantî de nexweş bû. Dema biçûk bû ji serê xwe darbeyek girtibû. Bi hevalên xwe re li hewşê geriyaye û carekê dikeve. Dibin nexweşxanê û emelyat dikin. Ev du mehe ne li ser hişê xwe ye. Doktor dibêjin belkî felç bimîne. Çar leşker li ber derî nobetê digirin. Em bi destura dozger dikarin bikevin hundir. Ez diçim wî dibînin. Di vê rewşê de jî wî tahliye nakin.”
 
‘Madem tiştekî wî tunebû çima çavên xwe venake’
 
Hayriyeyê di berdewamiyê de bi lêv kir ku tevî berê raporên kurê xwe daye dozgeran jî, girtîgeh û dozgeriyê gotiye tiştekî wî tune û got: “Di mêjiyê kurê min de hinek tişt çêbûne. Di telefonê de digot diêşe. Kesî dengê me nebihist. Madem tiştekî wî tunebû çima 2 mehe li nexweşxanê nikare çavên xwe veke. Dozgerî û girtîgeh bêdeng ma. Divê hesabê vê bidin. Ez wan berpirs dibînim. Divê demildest tahliye bikin û astengiya li pêş refakatiyê rakin.”