Piştî 3 salan şûnde wê TOKÎ radestî malbatan bên kirin

  • 09:11 11 Hezîran 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Nisêbînê piştî qedexeya derketina derve şûnde hilweşîn pêk hat û avahiyên TOKÎ hatin çêkirin. Tê payîn ku di hefteyên pêş de radestê malbatan bên kirin. Hat hînbûn ku ji kesên ku li xaniyan bicih bibin serî metrekareyî 1 TL ji bo peywirdaran bê girtin û malbatên dayîna pereyan qebûl nekir wê li Buroya Îrtîbatê îtîraz bikin.
 
Piştî qedeya derketina derve ya li Nisêbînê TOKÎ’yên hatin çêkirin 3 sal in hîna radestê malbatan nehatiye kirin û tevî soz hatin dayîn jî 6 meh in piştgiriya kirê nadin malbatan. Piştî qedexeyê taxên Abdulkadîrpaşa, Firat, Dîcle, Yenîşehîr, Kişla û Zeynel Abîdîn hatin hilweşandin û 6 hezar avahiyên TOKÎ hatin çêkirin. Komisyona Lihevkirinê ya Buroya Îrtîbata TOKÎ ya Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê beramberê tapuyan îmze ji gel girt û hat hînbûn ku 6 mehe pereyê piştgiriya kirê nadin malbatan. Her wiha hat hînbûn ji bo peywirdarên avahiyan yên nobedar, yê li avahiyê dinêre jî serî metrekareyî 1 TL tê xestin. Malbatan ev nexwest û gotin ew mifteyan qebûl nakin.
 
Li 6 taxan çêkirina 5 hezar avahî û kargeriyî temam bû û hinek etab peşka wan hat kişandin. Lê ji ber hîna kar û barê tapu, ceyran û avê nehatine kirin mifte nehatin teslîmkirin. Hat hînbûn ku wezaretê tenê wek sembolîk mifte daye malbatekê û ji bo avahiyan jî wê şîrketa emlaqê ya navçeyê bê dayîn. Tê îdiakirin ku heta hefteyekê wê kar û barê avahiyên qedyane temam bibin û bên teslîmkirin.
 
Berpirsê Ofîsa Veguhestina Bajarvanî Sercan Barut di daxuyaniya ku di peşka hat kirind e da diyar kir ku wê bil ez mifteyan radest bikin û wiha gotibû: “Wek hûn dizanin di avahiyan de jiyan cudaye. Divê pergala vê bê rûniştin. Em ji bo 20 kesî bêjin biçin di avahiyê de rûnin wê jiyan çawabe? Divê rêveberiyek sîteyê, peywirdarekê avahiyê hebe. Armanca me alîkariya we ye.”