‘Me tu carî wisa zehmetî nekişand’
- 09:09 11 Hezîran 2019
- Rojane
AMED - Jinên li Turbeya Hz. Suleyman a navçeya Sûrê ya Amedê ku berhemên keda destê xwe difiroşin diyar kirin ku ji ber krîzê demên zehmet dijîn û gotin tu carî wisa zehmetî nekişandine.
Turbeya Hz. Suleyman a li Sûra Amedê ye, rastî eleqeya mezin a gel tê. Jinên navê xwe nedan û li ber turbeyê esnafiyê dikin jî ji ber krîza aborî bi bertekin û gotin ev salek nikarin tu tiştekî bifroşin.
‘9 nifûs wê çawa têr bibe’
Jina ku 20 sale li ber turbeyê berhemên bi destê xwe çêdike û difroşe wiha got: “Ez li Sûrê rudiniştim. Piştî qedeya derketina derve em neçar man bar bikin. Ez niha li taxek din rudinim. Hinek dure lê ez dîsa her sibeh têm. Ez vir wek kargeriya xwe dibînim. Ez laçikan, lîfan, patîk û xewliyan çêdikim û diroşim. Berê me debara xwe dkir. Lê niha tiştek nayê firotin. Hevjînê min teqawît e. 7 zarokên min hene, li kar digerin. Em ê 9 kes çawa bi vî pereyî xwe têr bikin.”
‘Ez debara malê dikim’
Jinek din jî ya 3 sale li wir berhemên xwe difroşe wiha pê de çû: “Demek dirêje li Sûrê rudinim. Kar tune. Zarok û hevjînê min kar nabînin. Ez jî ji neçarî li vir dixebitim. Bi vî karî hewl didim debara malê bikim. Ev wê heta ku derê biçe nizanim.”
‘Em zehmetiya krîzê dibînin’
Jinek din jî diyar kir ku hevjînê wê tune, sê zarokên wê hene û ev tişt anî ziman: “Ev saleke li vir dixebitim. Lê ji ber krîzê karê me jî nabe. Ez nexş û berhemên din çêdikim difroşim. Ez bi vê debara xwe dikim. Carna em rojê parçeyekî jî nafroşin.”
‘Carna 1 TL jî ji bo me girînge’
Jinek din jî a ku nebat û bahartan difroşe û ev tişt daxuyand: “Ez nebatan ji navçeya Pîranê kom dikim û tînim. Her yek cuda cuda şifa wan heye. Ez bi vî karî debara xwe dikim. Carna mirov dibêjin ma bi vê debar dibe. Ez dibêjim carna 1 TL ji bo min pir girîng e. Lê di demên dawî de ji ber krîzê karê me nabe.”