'Kuştina çavkaniya jiyanê, civakê ber bi tehlûkeyan ve dibe'

  • 09:02 11 Hezîran 2019
  • Rojane
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ - Li Rojhilata Navîn ji ber zihnyeta serdest û zayendperest jin bûye navenda namûs, şeref û çavkaniya xirabiyan. Civakê jin xistiye çarçoveyeke teng ku rojane bi kuştin û xwekuştinê re rû bi rû dimîne. Ev yek jî dibe sedema bê watebûna jiyanê û civak ber bi tehlûkeyên cidî ve diçe. 
 
Kuştin çalakiya bi dawîkirina jiyana zindiyekî bi destê zindiyekî din e, kuştin di nava xwe de dibe du cureyan, kuştina bi zanebûn û ya bê zanebûn. Lê ya balkêş ew e ku ji rêjeyên kuştina mirovan herî zêde jin e! Kuştina jinan di wateya xwe de bi dawîkirina jiyana jinan ya bi zanebûn e, lêkolînên zanyarî jî hesibandine ku ji %80 jin bi destên mêran têne qetilkirin. Her wiha qetilkirina jinan yek ji rêbazên tûndî û zordariyê ye. Mêr bi armanca kolekirin, perçekirin û asîmîlekirinê tundiyê li jinê dike. Di heman çarçoveyê de têgeha namûsê jî ji bo jin bê kolekirin tê bikaranîn. 
 
Derketina têgîna kûştina jinan
 
Di sala 1801'an de cara yekemîn ku têgîna qetilkirina jinan hat bilêvkirin.  Li Englandê bû ku jinek rastî tecawizê hat û ev bûyer ji rêzê hat dîtin, lê paşê ew têgîn belav bû ku êdî gelek kes vê ji bo rewşên tecawiz, şîdet û lêdana jinan bi kar bînin. Li gorî çavkaniyên dadî ku kuştina jinan li Britainiyayê di sala 1848'an de wekî sûcekî hatiye pênasekirin û li ser wê jî ceza hatiye birîn. Her wiha ev têgîn bi wateya xwe ya nû di sala 1990'î de hat pênasekirin ku kuştina jinan bi destên mêran  ji ber jin bên kolekirin tê kirin. 
 
Di 11'ê Hezîrana 2011'an de endamên meclîsa Ewropayê li Stenbola Tirkiyeyê hevpeymana li dijî şîdet û tundiya li ser jinê îmze kir. Tirkiye ya yekemîn dewlet bû ku hevpeyman erê kir, bi vê yekê jî piştî wê 45 dewletan qebûlkirina xwe jî nîşan dan. Hevpeymana ku di 1'ê Tebaxa 2014'an de ket piratîkê, ji 81 madeyên ku di nav xwe de dibin 12 beşên ku bingeha wan parastin e, piştgiriya mexduran, qedexekirin û cezakirina sucdaran, pêk tê. Her çiqas ev peyman hatibe îmzekirin jî ya girîng ew e ku di pratîkê de ev yek bê kirin. 
 
Di vê çarçoveyê de endama rêveberiya rêxstina Kongreya Star Peyman Aydin rewşa jinan nirxand.
 
'Ax û welat namûs û şerefa herî mezin in'
 
Peymanê di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser têgînên Namûs û Şerfê û girêdana wan bi jinê re û got: "Têgînên namûs û şerefê di herêmên Rojhilata navîn de şaş hatine pênasekirin û bikaranîn. Tenê bi beden û pîvanên jinê ve hatine girêdan. Ev nêzikatî bandorek mezin li ser jinan çêkir û gelek jin jî bûn qurbaniya vê nêrînê. Lê heger mirov rast nêzikî van têgînana bibe, wê xuya bike ku namûs û şeref asta xwedî derketin û parastina axa ku mirov lê dijî, ji ber ku Ax û welat namûsa herî mezin in."
 
'Li ku derê jin were kuştin, jiyan jî dimire' 
 
Peymanê diyar kir ku jin bi destên mêran têne kûştin, yan jî ji ber mêran ew jî xwe dikujin û wiha berdewam kir: "Berovajîkirina van têgînan sedemên xwe zihniyeta serdest û mêrtiyê bû. A niha jî li cîhanê bi hezaran jin bi behaneya namûs û şerefê têne qetilkirin, bi vê yekê jî rêje roj bi roj zêde dibe. Ji ber ku jiyan li Rojhilata Navîn miriye jin gelek rehet têne kuştin û bi xwe jî neçarî xwekuştinê dimînin. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dibêje 'Cihekî ku jiyan lê hatibe tunekirin, li wî cihî jin hatiye kuştin û bêwatekirin'. Ya ku jiyanê diafirîne, xwedî dike, mezin û bi wate dike jin e. Di tevahî cîhanê de ya ku herî zêde kedê didin dayîk in, lê îro çavkaniya jiyanê tê kuştin û civak ber bi tehlûkeyê ve diç." 
 
'Li Rojhilata Navîn jin neçarî xwekuştinê tên kirin'
 
Peymanê destnîşan kir ku hezkirina jinan ji jiyanê re nemaye, loma bi xwekuştinê re rû bi rû dimîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Weke Tevgera Jin li Rojavayê Kurdistanê em wiha dinirxînin, ji ber ku di civakê de eşq hatiye kuştin, malbat li ser bingehê nezanbûnê tê avakirin. Ji ber ku jin li dûrî rastiya xwe hatiye mezinkirin û nizane ku ew jiyan, bihuşt û xwedawend e, civak jî digihêje asta nezanbûnê. Her wiha Îslama ku hatiye berovajîkirin jî bandora xwe li Rojhilata Navîn de dike.Hezretî Mihemed dibêje bihûşt di bin lingên jinan de ye. Lê em dibînin ku Îslama niha jin xistiye navenda namûs, şeref û hemû xirabiyan. Ev yek jî vedigere ku zayenda jin weke mirov nabînin. A niha di vê pêavajoyê de jinên Rojhilata navîn her roj bi dehan car daxwaza mirinê dikine û xwe dikûjin jî. Hezkirina jinan ji jiyanê re nemaye, jin kirine çarçoveyek teng  ku derketina ji wê giloverê bûye xwekuştin."
 
'Armanca me  jiyan veguhere rastiya xwe ye'
 
Endama rêveberiya Kongreya Star rexneyên sazî, rêxistin û dezgehên ku di mijarên jin de li cîhanê radibin kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em dikarin bêjin ku me gaveke erênî avêtiye, ji ber ku em têkoşîneke gelek xurt didin meşandin. Sazî, rêxistin û artêşbûyîna jinê me ava kiriye da ku em jinê dîsa vegerînin jiyanê û jiyaneke rast bi rêxistin bikin. Niha jî ji bo pêşxistina vê pergalê hevdîtinên me bi jinên li derveyî  welat re jî hene ku em bikaribin bi hev  re bi rengekî hevbeş jiyanê veguherînin ser rastiya wê. Lê dîsa jî rexneyên me li ser wan hene ku wan hîn xwe ji zihneyeta serdest û desthilatdar rizgar nekirine."