Hayîstan Xelef: Dê heta kengî xwîna gelê bê sûc were rijandin

  • 09:01 11 Hezîran 2019
  • Rojane
Sorgul Şêxo/Ronîda Hacî
 
HESEKÊ - Endama Meclîsa Zagonsaz a Herêma Cizîrê Hayîstan Xelef geşedanên dawî yên li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diqewime nirxand. Hayîstanê diyar kir ku hêzên hegemonîk dê heta kengî xwîna gelê bê sûc birijînin û wiha got:"Ji bo li Rojhilata Navîn pirsgirêk çareser bibin tevgerek hevpar û fikrên Rêber Apo girîng in. Rêber Ocalan mifteya çareseriya pirsgirkên Rojhilata Navîn e."
 
Êdî êrîşên dewleta Tirk li Bakur Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê berfireh bûne her wiha mijara girtiyên DAÎŞ'ê di rojeva cîhanê de ye lê ji hin aliyan ve bêdengî heye. Endama Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê Hayîstan Xelef ev mijar nirxand.
 
'Rêber Ocalan mifteya çareseriya pirsgirkên Rojhilata Navîn e' 
 
Hayîstanê wiha got: "Yekemîn cejn bi saya berxwedana şervanên QSD'ê bi wate derbas dibe, her wiha li pêşenga serdema 21'an Leyla Guven ku bi baweriya xwe tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şikand. Perspektîvên Rêber Ocalan mifteya çareseriya pirsgirkên Rojhilata Navîn e. Divê hêzên hegemonîk ji xwe bipirse dê heta kengî xwîna gelê bê sûc were rijandin?"
 
'Destê DAÎŞ, Rêjîma BAAS û Tirkiyeyê jî di şewata zeviyan de heye' 
 
Hayîstanê derbarê şewata zeviyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî ev yek anî ziman: "Şewata ku îsal rû dide ne tiştekî ji yezdanê dilovan e, tevî şaneyên razayî ên DAÎŞ destê Rêjîma Sûrî û Tirkiyê jî tê de heye. Divê gel ji xwe bipirsin çima Rêjîma Sûrî, DAÎŞ û Tirkiyê van kiryaran pêk tînin? Ev hêz baş dizanin ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji gel re rewşeke aram ava kiriye û Aboriya xwe geş dikin lewra bi şewatê dilê cotkaran şewtandin û xwestin rê li ber geşkirina aboriya Rêveberiya Xweser bigirin."
 
'Sîstema malbatî ew ê çawa bi ser bikeve?' 
 
Hayîstanê rewşa Başûrê Kurdistanê bi bîr xist û wiha dewam kir: "Eger Mesûd Berezanî sîstema hevserokatî qebûl nekir dê Nêçirvan Berzanî qebûl bike gelo? Sîstema Başûrê Kurdistanê bûye wekî êl û malbatî, bav dide kur û kur dide law. Sîstemeke bi vî rengî ku her dem dikeve xizmeta dijminê Kurdan dê çawa bi ser bikeve? Sîstema malbatî ew ê çawa bi ser bikeve?"
 
'Tu cûdahî di navbera sîstema Rêjîma BAAS û Başûrê Kurdistanê de tune ye'
 
Hayîstanê diyar kir ku tu cûdahî di navbera sîstema Rêjîma BAAS û Başûrê Kurdistanê de nîne û wiha pêde çû: "Di her du sîsteman de maf, îrade û hebûna jinê tê tunekirin. Di sîstemeke ku mafê jinan tê de tê çewisandin dê çawa civakeke exlaq were afirandin? Pêwîstî bi Projeya Newtewa Demokratîk ji bo Başûrê Kurdistanê heye êdî bi vê yekê re dê guhertineke bingehîn çêbibe."
 
'Tirkiyê dixwaze hêdî hêdî Herêma Başûrê Kurdistanê dagir bike!'
 
Hayîstanê bal kişand ser êrîşên Başûrê Kurdistanê û wiha dom kir:"Herêma Başûrê Kurdistanê biryarên xwe ji Tirkiyeyê digire, ev yek di êrîşên herî dawî de hat xuyakirin. Tirkiye dixwaze Herêma Başûrê Kurdistanê hêdî hêdî dagir bike. Tirkiye Herêma Başûr wekî alavek ji bo berjewendiyên xwe dide şuxilandin."
 
'Nelidarxistina Kongreya KNK'ê dikeve xizmeta Tirkiyeyê' 
 
Hayîstanê nelidarxistina Kongre ya KNK'ê wiha rave kir: "Kêmasiyeke dîrokî ye ku heta vê kêliyê me wekî Kurd Kongreya xwe ya KNK'ê li dar nexistiye. Divê hemû partiyên Kurdî dest ji berjewendiyên xwe berdin û berjewendiyên civakî bifikirin.  Di nelidarxistina kongreya KNK'ê de destê Tirkiyeyê heye. Çima em ê her tim bibin xulamê dijmin? Mebesta Tirkiyeyê û hevkarên wê nelihevkirina Kurdan e. Dijmin naxwaze Kurd di cîhanê de bibin xwedî statû."
 
Hayîstanê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi sedhezaran çete ji hawirdorê cîhanê ku tevlî DAÎŞ'ê bûn, di Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê bûne. Ev yek nîşan dide ku Tirkiye hevkarê DAÎŞ'ê bû. Divê di darizandina DAÎŞ'yan de ev yek jî bê ber çav."