ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2019'AN
- 09:00 11 Hezîran 2019
- Rojev
*Endama Meclîsa Zagonsaz a Herêma Cizîrê Hayîstan Xelef geşedanên dawî yên li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diqewime nirxand. Hayîstanê diyar kir ku hêzên hegemonîk dê heta kengî xwîna gelê bê sûc birijînin û wiha got:"Ji bo li Rojhilata Navîn pirsgirêk çareser bibin tevgerek hevpar û fikrên Rêber Apo girîng in. Rêber Ocalan mifteya çareseriya pirsgirkên Rojhilata Navîn e."BI DÎMEN
*Li Rojhilata Navîn ji ber zihnyeta serdest û zayendperest jin bûye navenda namûs, şeref û çavkaniya xirabiyan. Civakê jin xistiye çarçoveyeke teng ku rojane bi kuştin û xwekuştinê re rû bi rû dimîne. Ev yek jî dibe sedema bê watebûna jiyanê û civak ber bi tehlûkeyên cidî ve diçe. BI DÎMEN
*Anne Frank ya yek ji kesên navdar ya Qirkirina Yahudî û Duyemîn Şerê Cîhanê de dema mir 16 salî bû. Anne ku xwedî rojnîvîska herî bi bandor ya wek belgeyekê bû, di 12’ê Hezîrana 1929’an de hat dinê. Îro 90’emîn rojbûna Anne ye. Lê Anne her tim 16 salî ye.
*Jinên li Turbeya Hz. Suleyman a navçeya Sûrê ya Amedê ku berhemên keda destê xwe difiroşin diyar kirin ku ji ber krîzê demên zehmet dijîn û gotin tu carî wisa zehmetî nekişandine. BI DÎMEN
*Jina bi navê Îlkay Metîn ya li plaja Susanoglu ya Sîlîfkeyê bi firotina xişir debara xwe dike, diyar kir ku gelek tezgahê li wir jinan vekirine û destnîşan kir ku jin dixwazin li ser piyên xwe bisekinin û azad bibin.
* Li Nisêbînê piştî qedexeya derketina derve şûnde hilweşîn pêk hat û avahiyên TOKÎ hatin çêkirin. Tê payîn ku di hefteyên pêş de radestê malbatan bên kirin. Hat hînbûn ku ji kesên ku li xaniyan bicih bibin serî metrekareyî 1 TL ji bo peywirdaran bê girtin û malbatên dayîna pereyan qebûl nekir wê li Buroya Îrtîbatê îtîraz bikin. BI DÎMEN
*Girtiyê bi navê Mehmet Serhat Akbulut ku li girtîgehê rewşa wî xerab bû û rakirin nexweşxanê, emelyeta mêjî derbas kir. Dayika wî Hayriye Akbulut da zanîn ku ji bo dermankirina wî srlêdan kirine û got: “Kurê min du mehe ne li ser hişê xwe ye. Berê jî me raporên wî dan her derê lê hem girtîgehê hem jî dozger got tiştek tune û dermankirin red kirin.” BI DÎMEN