Rêveberiya Weqfa Jinên Êzidî hat nûkirin

  • 17:20 10 Hezîran 2019
  • Rojane
ŞENGAL - Yekemîn konferansa Weqfa Jinên Êzidî bi beşdarbûna gelek saziyên sîvîl li Şengalê dest pê kir. 
 
Bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) yekemîn konferansa Weqfa Jinên Êzidî bi beşdarbûna gelek saziyên sîvîl li Eywana Laleşa Şengalê dest pê kir. Konferans bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştî xwendina raporê biryarên ji bo kar hatin girtin. Ji bo rêveberiya nû 15 kes hatin hilbirjartin. Kesên ku hatin hilbijartin navên wan wiha ne: Ferida Sado Xelef, Reham Hesen Kasim, Ehlam Hecî Hesen, Zehra Siliman Xelef, Helima Hesen Seydo, Hediya Feysel Hemîd, Nadiya Elyas Îdo, Xalida Qasim Hesen, Watha Ezîdîn Birahîm, Xatun Abas Hesen, Henan Silêman Xelef, Înas Elyas Xwedêda, Nura Qasim Silêman, Nadiya Hecî Mirad, Necad Bapir Hisên. 
 
Her wiha hat zanîn ku dê herî dawî encamname bê xwendin.