Şaredariya Erganiyê civîna xwe ya meclîsê bi gel re çê kir

  • 15:24 10 Hezîran 2019
  • Rojane
AMED - Şaredariya Erganiyê civîna xwe ya meclîsê bi gel re çê kir. Di civîna ku li Parka Botanîkê hat çêkirin de li pêşniyar û daxwazên gel hat guhdarkirin.
 
Şaredariya Erganiyê ya Amedê civîna xwe ya meclîsê bi gel re çê kir. Hevserokên şaredariyê û endamên meclîsê û gelek welatî beşdarî civînê bûn. Di civînê de pirsgirêkên giştî yên li Erganiyê hatin nîqaşkirin. Di civîna ku li Parka Botanîkê hat çêkirin de li pêşniyar û daxwazên gel hat guhdarkirin.
 
Plana çareseriyê li ser daxwazên gel hat amadekirin. Welatiyên ku beşdarî civînê bûn anîn ziman ew gelek kêfxweş bûn ku civîn ji gel re vekirî hatiye çêkirin.