Yekemîn konferansa Weqfa Jinên Êzidî dest pê kir
- 15:10 10 Hezîran 2019
- Rojane
ŞENGAL - Yekemîn konferansa Weqfa Jinên Êzidî bi beşdarbûna gelek saziyên sîvîl li Şengalê dest pê kir.
Bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) yekemîn konferansa Weqfa Jinên Êzidî bi beşdarbûna gelek saziyên sîvîl li Eywana Laleşa Şengalê dest pê kir.
Dê di bernamayê de xwendina raporên kar û xebatan bê kirin. Her wiha dê sînevizyonek li ser xebatên TAJÊ bê kirin. Piştre dê bi xwendina encamnameyê konferans bi dawî bibe.