'Bêdengmayin hevkariya herî mezin e'
- 13:43 10 Hezîran 2019
- Rojane
ŞENGAL - TAJÊ derbarê rewşa darizandina çeteyên DAÎŞ'ê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bêdengmayina ji bo darizandina çeteyên DAÎŞ'ê hevkariya bi DAÎŞ'ê re ye.
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarî darizandina çeteyên DAÎŞ'ê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê hemû çete bên darizandin û raya giştî li dijî vê yekê hestiyar tev bigerin.
Daxuyanî wiha ye:
"Me di fermana 74'an de gelek kes winda kirin. 5 sal derbas bû lê hîn jî êşa me teze ye. Loma em dixwazin çete cezayên xwe bikşînin. Ev demeke di çapemeniyê de di derbarê darizandina çeteyên DAIŞ'ê de nîqaş tên kirin. tê niqaş kirin. Bê guman ev mijar ji bo me pir girîng e. Ji ber ku ne tenê çeteyên DAIŞ'ê dê bêne darizandin di heman demê de dewletên ku piştgirî dan DAÎŞ'ê jî divê bên darizandin. Kesên ku bêdeng man jî em wek hevkarê DAIŞ'ê didin nasîn. Çawa dibû ku hêzên navdewletî hêzên Ewrûpa û heman demê de hêzên heremê nikarîbûn pêşîya vê fermanê vê qirkirinê ve komkokujîyê bigirin. Dikarîbûn lê ji ber ku ew jî gorî berjewendîyê xwe nêzîk bûn ev nekirin. Loma dewletên alîkariya DAÎŞ'ê kirine jî divê bên darizandin. Bila tu kes ji vê xwesteka me re maneyên cuda dernexînin. Û em tu dewletan ji hev cuda nakin. Dîsa ji bo doza ku me li Elmanya jî vekirîye yek ji vê ye. Em ê her li ser vê dozê de biçin da ku rastî jî em encamekê bigirin tola keç û kure xwe bistînin. Ev doz û darizandin ji bo me xwedî wate ye. Em ê her şopdarên wan bin û bi israr bi ser de biçin. Em ê hesabê fermana 74'an her bipirsin."
Piştî daxuyaniyê li ser navê TAJÊ Neam Xwudêda got: Em wek tevgera TAJÊ ji bo darizandina çeteyên DAÎŞ'ê ku zarok û keçên me qetilkirin, revandin, dil hatin girtin, her di nava hewldanê de ne. DAÎŞ li hinek dewletan hatin rêxistinkirin û qatliam li ser jinên Êzidî anîn. Dewletên ku alîkariya DAÎŞ'ê kirin naxwazin jinên Êzidî mafên xwe bi dest bixin. Lê em ê her li dû doza xwe bin.
Neam Xwededa axaftina xwe bi vî awayî bi dawî kir: "Em wek jinên Êzidî û Tevgera jinên Êzidî bi silavên Rêber Apo gelek kêfxweş bûn. Em jî ji Çiyayê Şengalê heta Girava Îmralî Rêber Apo slav dikin. Ji bo azadiya Rêber Apo erkê ku dikevê ser mile me em ê heta dawî pêk bînin û berxwe bidin."