Li Enqereyê lehî rabû: 3 kesî jiyana xwe ji dest dan
- 12:11 10 Hezîran 2019
- Rojane
ENQERE - Li Enqereyê do di saetên êvarî de ji ber barana zêde lehî rabû û 3 kesî jiyana xwe ji dest dan.
Li Enqereyê do di saetên êvarî de ji ber barana zêde lehî rabû û 3 kesî jiyana xwe ji dest dan. Walîtiya Enqereyê derbarê barana zêde de daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Piştî saetên nîvro li Navçeya Çankayayê lehî rabû û A.Aslan li ber avê ket û jiyna xwe ji dest da. Li Navçeya Etimesgutê M.Altinişik ji bo ava cihê karê xwe paqij bike ceylanê ew girt û jiyana xwe ji dest da. Her wiha M.Onder ji ber kelecanê qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da."