Ji ber birûskê bi sedan donim zeviyê ceh û genim şewitîn

  • 12:09 10 Hezîran 2019
  • Rojane
ÊLIH - Li Êlihê di encama lêdana birûskê de bi sedan donim zeviyên genim û ceh şewitîn. 
 
Duh li Êlihê firtûne rabû û piştî wê barîn bariya û bandora xwe da nîşandan. Bi firtûnê re ceryan hat birîn û ji ber lambeyên trafîkê jî vemirîn, trafîkê li nava hev ket. Li herêma Bati Ramanê ya bi ser Êlihê ve di encama firtûnê de birûskê lêda û li nav zeviyên genim û ceh şewat derket. 
 
Bi bandora bayê re di demek kin de şewat mezin bû û şewat heta gundê Cegeluyê û bîrên Petrolê yên Bati Ramanê belav bû. 
 
Ewilî şêniyên gund li gorî derfetên xwe mudaxeleyî şewatê kirin. Pişt re ekîbên agirkujiyê yên Şaredariya Êlihê û TUPRAŞ’ê sewqî herêmê hatin kirin û piştî şewata du saetan agir hat vemirandin. Di encama şewatê de bi sedan donim zeviyên genim û ceh şewitî.