'Xwedîkirin û tedawiya girtiyan bi rêk û pêk nayê kirin'

  • 09:05 10 Hezîran 2019
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Malbatên girtiyan derbarê rewşa tendirustiya girtiyên ku di Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Şirnexê de di greva birçîbûnê ya bêdem û bê dem û bê dorvegerde bûn û dawî li çalakiya xwe anîn de axivîn. Malbatan anî ziman ku rewşa tendûristiya girtiyan nebaşe.
 
Piştî banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi hezaran çalagerên greva birçîbûnê yên di girtîgehan û li derve û 30 kesên di rojiya mirinê de bûn çalakiya xwe bi dawî kirin. Di vê pêvajoyê de dayikên lacik spî li qadan xwedî li zarokên xwe derketin û bûn sembola berxwedanê. Malbatên girtiyên ku di Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê de ne û çalakiya xwe bi dawî kirine derbarê rewşa xizmên xwe de axivîn. Malbatan diyar kir ku xwedîkirina xizmên wan û dermankirina wan bi rêk û pêk nehatiye kirin û rewşa tendirustiya wan ne baş e. 
 
Dayika bi navê Hatîce Beytur, di serî de Cejna Remezanê ya hemû girtiyan  pîroz kir û anî ziman ku çalakiya greva birçîbûnê ya li derve û li girtîgehan hatibû destpêkirin bi berxwedana wan bi ser ketiye. Hatîce wiha axaftina xwe berdewam kir: “Heta ku tecrîda li ser Serok nehat şikandin girtiyan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê heta dawiyê  bi ser bilindi, bi bîr û baweriyek mezin  berdewam kirin. Em wek malbatên girtiyan jî ji bo piştgiriyê bidin zarokên xwe li her deverê Kurdistan û Tirkiyê rabûn ser piyan. Dayikan li ber deriyên girtîgehan û li kolanan bi berxwedanek mezin çalakiya xwe berdewam kirin ji bo ku daxwaza zarokên wan bi cih were. Ez çalakiya wan pîroz dikim û dibêjim dê ev berxwedan berdewam bike. Girtiyan di girtîgehan de, dayikan jî li kolanan li ber xwe dan. Bi saya têkoşîna wan tecrîd hat şikandin.”
 
‘Em naxwazin ku tecrîd carekedin giran bibe’
 
Hatîce, di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ew tecrîdê naxwaze û naxwaze ku careke din zarokên wan bedena xwe bidin ber mirinê û wiha domand: “Divê tecrîd tu carî pêk neyê. Ji ber ku Serok bi tenê azadî û aştiyê diparêze. Em dixwazin ku ji vê demê şûnde malbat û parêzerên wî pê re hevdîtinê pêk bînin. Em tecrîdê naxwazin. Em naxwazin ku tecrî ne li ser Serok û ne jî li ser zarokên me pêk bê.”
 
‘Rewşa  gelek girtiyan nebaşe’
 
Hatîce, di dirêjiya axaftina xwe de got  ku kurê wê Osman Beytûr ê di Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Şirnexê de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  131 roj di çalakiya greva birçîbûnê de maye û ev tişt got: “Piştî hevdîtina ku bi Serok re hat kirin û li ser peyama Serok girtiyan dev ji çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê berdan. Zarokên me gihiştin armanca xwe û dev ji çalakiya greva birçîbûnê berdan. Lê piştî çalakî bi dawî bû divê zarokên me bihat dermankirin û xwedîkirina wan baş bihata kirin. Lê mixabin ev pêk nehatiye. Piştî çalakiyê ez çûm hevdîtina kurê xwe. Lê rewşa wî nebaş bû.  Kurê min her wiha got ku rewşa gelek hevalên wî jî nebaşe vedireşin û bi tenê serumê didin wan. Her wiha li şûna ku ew di nexweşxaneyê de bên tedawîkirin ew vegerandine girtîgehê û tedawiya wan bi tu awayî nayê kirin.”
 
‘Ev tecrîd bi saya berxwedanê hat şikandin’
 
Fîrdevs Poyraz a ku hevjînê wê Onder Poyraz di Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Şirnexê de ye û ji bo rakirina tecrîdê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû jî da zanîn ku îro ne bi tenê tecrîd hatiye şikandin her wiha îşkece û zilm jî hatiye şikandin û wiha pêl da axaftina xwe: “Bi saya berxwedana girtiyan û dayikan ev tecrîd îro hat şiikandin.”
 
'Çavên girtiyê bi navê Onder Poyraz tarî dibin'
 
Fîrdevs, anî ziman ku hefteya borî çûye hevdîtina hevjînê xwe û ev tişt got: “Roja ku dev ji greva birçîbûnê berdan ew rakirin nexweşxaneyan. Lê belê dema ji bo tedawiyê rakirine nexweşxaneyê kelepçe di destên wan de li ser nigan tedawî kirine. Ez hefteya pêşiya me çûm hevdîtinê. Lê ji ber ku tedawiya wan û xedîkirina wan bi rêk û pêk nayê kirin tendirustiya wan têk diçe. Rewşa hevjînê min Onder nebaşe, piştî ku dev ji greva birçîbûnê berda çavên wî tarî dibin. Divê hevjînê min bibin nexweşxaneyê ji bo çavên wî, lê nabin.  Her wiha rewşa girtiyên din jî nebaşe. Lê belê morelê wan li cih bû û baş bû. Ji ber ku îro daxwaza wan bi cih hat gelek kêfxweş bûn û ev kêfxweşî di rûyê wan de jî diyar bû. Lê min dema ji hevjînê xwe pirsî çawa tên derman kirin ji min re got hema dev jê berde. Em niha ji rewşa wan gelek bifikarin.”