'JINWAR civak û çanda xwezayî ye'
- 09:01 10 Hezîran 2019
- Rojane
Civîn Husên-Rojda Seyîdxan
DIRBÊSIYÊ - Endama Komîteya Avakirina Gundê Jinê JINWAR'ê, Rûmet Heval derbarê xebat û jiyana gund de diyar kir ku projeya gundê JINWAR'ê nûkirina civaka ekolojîk, aboriya ekolojîk, jiyana xwezayî û têkiliyên jin û jin, civak û jin, zarok û jin, jin û ked, jin û axê ye û got:"JINWAR berdewamiya têkoşîna jinê ya ji bo jiyanek azad û aram e."
Derbarê xebat, jiyan, armanc û rewşa jin û zarokan a li gundê Jinê JINWAR'ê Endama Komîteya Avakirina Gundê Jinê Rûmet Heval ji ajansa me re axivî. Rumêtê bi lêv kir ku wekhevî û têkiliya di navbera civak û jinê de bi saya xebatên wekî JINWAR'ê xurtir bûye û wiha got:"Di cîhanê de destpêka jiyanê bi hewldana jinê dest pê kiriye. JINWAR jî berhema têkoşîna jinê ye. JINWAR civak û çanda xwezayî ye."
'Encamên Şoreşa Jinê rastiya jin û jiyanê naskirin û nûkirin bû'
Rûmetê wiha got: "Wek tê zanîn destkeftina herî mezin a Şoreşa Jinê ya Rojavayê Kurdistanê civak û çanda xwezayî ye. Derxistina rastiya jinê ye. Bi rastiya jinê ve girêdayî wek perspektîvên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan têkoşîna jinê her dem bûye sedema tevgerek nû ya jiyanê. Gelek pêvajo û hevdîtin hatin pêşxistin û biriyara avakirina gundekî jinê JINWAR hat dayîn. Di dawiya sala 2016'an de xebat hat destpêkirin û di 8'ê adara 2017'an kevirê destpêkê hat danîn. Di 25'ê mijdara 2018'an de êdî avakirin ber bi dawî ve çû û malbatan berê xwe dan gund."
'Di hevpeymana JINWAR'ê de têkiliyên jin û jin, zarok, ax, xweza, ked hene'
Rûmetê bal kişand ser hevpeyîmana JINWAR'ê û got: "Projeya gundê JINWAR'ê civaka ekolojîk, Aboriya Ekolojîk, jiyana xwezayî û têkiliyên jin û jin, civak û jin, zarok û jin, jin û ked, jin û axê û rastî bû. Di hevpeymana JINWAR'ê de ev hatin diyarkirin. Jinên ku bi tena xwe dixwazin bijîn, bi hêz û îradeya xwe jiyana xwe bi rêxistin bikin, têkiliyên xwe yên civakî ku tê de zehmetî dibînin xwestin li JINWAR'ê dest bi jiynaek nû bikin û têbikoşin. Jinên ku dixwazin ew û zarokên xwe demek kurt an dirêj derbasî gund bibin, zarokê xwe bide xwendin, tevlî Meclisa gund dibin. Li ser bingeha hevpeymana gundê jinê jiyan li gund hat destpêkirin û serlêdan hatin kirin. Dayik, zarok, jinên ser bi xwe, hevjînên Şehîdan, li gorî hevdîtinan heta niha 12 malbat di JINWAR'ê de dijîn."
'JINWAR cihê pêkanîna derfetan e'
Rûmetê wiha axaftina xwe dom kir: "Gund ji 30 malî pêk tê. Her wiha Akademiya JINWAR'ê, Nexweşxaneya Jinê ya bi navê 'Şifaya Jin' vekir. Li Nexweşxaneya Şifaya Jinê dermanên xwezayî bi destê jinan tê çêkirin. Bi alîkariya Heyva Sor a Kurd ji bo tendrustiya jin û zarokan xebatê wek dermanê xwezayî û rewşên lezgîn ji bo 12 gundên li derdora JINWAR tê kirin. Dibistana Dayika Uvêş ji destpêka Malbat hatin gund dest bi perwerdeyê kir, di dibistanê de 14 zarokan perwerdeya xwe ya vê salê dîtin û bi ser ketin. Pêdiviyên civakê ji jiyanê û çanda jinan ji aboriyê re heye, bi vê armancê derfet û sererastkirin ji bo aboriya jinê hat pêşxistin li gund û derveyî gund, li gund firin hat vekirin, xwaringeha giştî, her wiha market ku hat vekirin."
'Jin ji xwendin û zanistê hez dikin'
Rûmetê da zanîn ku parstin û perwerde pir girîng in û got: "Ya girîng xweparastin e di aliyê jiyanê, aborî, exlaq û çanda civakê de. Têkiliyê jin û jin û zarok, hevaltî û dostanî û hezkirina herî baş çawa bide meşandin û têkiliyek baş bi derdore bide meşandin, ji bo civakê girîng e. Di heman demê de jin ji bo ewlehiyê jî erkdar in. Akademiya Jinwarê jî li gorî pêwîstîyên jinan ku Meclisa gund her 15 roj kom dibe û şêwra xwe dike, li gorî pêwîstiyên di civîna de derdikevin tên tesbîtkirin û mijarên zanistî yê Jîneolojî tên dayîn. Her wiha heta niha li ser du pirtûkan hatiye nîqaş kirin û gelek bandor kiriye, dilê van jinan ji xwendin û zanistê re lê dide. Jin ji xwendin û zanistê hez dikin."
'Bi keda destê xwe jin jiyanê bi rê ve dibin'
Rûmetê anî ziman ku jin bi xweza û keda xwe li gund xebat dikin û got: "Ji bo xebatên aborîyê em ketibûn nava hewldanê û niha em gihaştin qonaxekê êdî werza salê tê rakirin û berhem tê komkirin. Em berhemên wekî genim, nîsk kom dikin."
Rûmetê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Armancên dema pêş hene, çêkirina riya kolana ku tê gund. Projeya Gundê jinê û Heyva Sor a Kurd ewê bê pêşxistin û berdewamkirin. Her wiha çandinî li pêşiya me ye. Em ê xebatên ku li pêş me ne bi hemû tevgera xwe bidomînin. Di cîhanê de destpêka jiyanê bi hewldana jinê dest pê kiriye. JINWAR jî berhema têkoşîna jinê ye. JINWAR civak û çanda xwezayî ye."