Gelê Kobanê êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir

  • 15:23 9 Hezîran 2019
  • Rojane
KOBANÊ- Bi dirûşma 'Bimire dagirkerî, Bijî berxwedan', bi sedan şêniyên kantona Kobanê daketin qadan û êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.
 
Bi pêşengtiya komiteya çalakiyan û bi sedan şêniyên kantona Kobanê meş ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê li dar xistin. Gel li pêşiya qada jina azad kom bûn û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên saziya malbatên şehîdan, YPJ/YPG'ê, saziya yekitiya û pêşgiriya gelan û pankertên bi nîvîsên 'Xakurk û kobanê yek in em ê bi heman rihî li ber xwe bidin, em êrîşên dagirkeriya Tirk  li ser Başûrê Kurdistanê û Efrînê şermezar dikin. Bi dirûşmeyên"Bimre dagirkerî û bijî berxwedan" gel ber bi qada aşitê ve meşiya.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin  endama rêveberiya  Kongreya Star Peyman Aydin axivî û bal kişandi  ser êrîşên Başûrê Kurdistanê û got: " Êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê em şermezar dikin. Êrîşên li ser Başûr weke êrîşên ku li ser Efrînê pêk tê ye. Cudatiyê em naxin nav. Dewleta Tirk mîna Osmaniyan êrîş dike û zihniyeta dagirkeriyê derdixe pêş. Li hember van êrîşan pêwîst e em tebikoşin, bi rihê Şêladizê em ê 
Xakurkê xwedî derkevin."
 
Meş bi dirûşmeya "Bijî berxwedana Xakurkê û Efrînê" bi dawî bû.