'Berxwedana jinê di Rojhilata Navîn de bû hêzek û cesaretek mezin da'

  • 09:30 9 Hezîran 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Yekîneya Parastina Jinê  bi dirûşmeya "Em bi rihê Leyla û bi hêrsa Avestayan, xwe ji nû ve ava bikin dagirkeriyê têk bibin" Konferansa xwe ya 2'emîn li darxist. Fermandara YPJ'ê Kurdistan Serêkaniyê axivî û got: "Îro çi êrîş li hember gelê me hebe em ê jî bi erkekî pispor rola xwe bileyîzin û hebûna xwe mayinde bikin."
 
Yekiniya Parastina Jinê bi dirûşmeya "Em bi rihê Leyla û bi hêrsa Avestayan, xwe ji nû ve ava bikin dagirkeriyê têk bibin" bi 200 delegeyan konferansa xwe ya 2'emîn li darxist. Di konferansê de gelek bîryarên girîng hatin girtin û rewşa siyasî, leşkerî û pratîka şerê 7 salan hat nirxandin. Yek ji Fermandariya Yekîneya Parastina Jinê Kurdistan Serêkaniyê derbarê konferansê û biryarên hatin girtin de axivî.
 
'Jinan bi têkbirina DAIŞ'ê serkeftina xwe ji hemû cîhanê re ragihand' 
 
Kurdistanê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser têkçûna DAIŞ'ê û serkeftina Yekîneya Parastina Jinê û wiha pêl da axaftina xwe: "Jinên ku beşdarî Konferansê bûne piraniya wan li hember çeteyên DAIŞ'ê şer kirine. Di heft salên dawiyê de wek Yekineya Parastina Jinê  bi têkbirina DAIŞ'ê me serkeftina xwe ji hemû cîhanê re ragihand. Konferansa me bi taybet şerên ku di  7 salên dawiyê de qewimîn hat nirxandin."
 
'Jinê bi îradeya xwe serkeftina xwe mayinde kir'
 
Kurdistanê di berdewamiya axaftina xwe de rojevên sereke nirxand û wiha vegot: "Me wek arteşa jinê di van heft salan de çi bi ser xist? Çi kêm ma û mijarên ku em li ser bisekinin çi ne? Em di konferansê de li ser wan xalan sekinîn û konferans pir tiji derbas bû, biryarên gelek girîng di konferansê de hatin standin."
 
'Berxwedana Jinê di Rojhilata Navîn de bû hêzek û cesaretek mezin'
 
Kurdistanê bal kişand ser berxwedana jinê û wiha domand: "Weke tevgera jinê berxwedan, serhildan û rizgariya jinê bû hêviyekê mezin. Berxwedana jinê di Rojhilata Navîn de bû hêzek û cesaretek mezin. Yekineya Parastina Jinê ku erka wê ya serekke parastina civakê bû civaka parast û şoreş pêk anî. Berxwedêran erka xwe serkeftî pêk anîn. serkeftina xwe bi têk birina DAIŞ'ê xistin xizmeta jinê û gel. Em jî wek jin erka me ye ku em vê serkeftinê mayînde bikin."
 
'Li dijî dagirkeriyê bibin mertalên zindî' 
 
Kurdistanê diyar kir ku  ew wek jin ji aliyê parastinê de li dijî dagirkeriyê wê bibin mertalên zindî û wiha dom kir: "Li hember dagirkeriyê em wek Yekîneya Parastina Jinê ji bo jin,  gel û civaka xwe em ê bibin mertalên zindî û destkeftiyên xwe biparêzin. Me wek jinê di serkeftinê de rola xwe lîst ya girîng em serkeftina xwe bixin xizmeta gel. Jinên şoreşger ên pispor li hember DAIŞ'ê serkeftinek mezin raber kir. Îro çi êrîş li hember gelê me hebe em ê jî bi erkeke pispor rola xwe bilîzin û hebûna xwe mayinde bikin."
 
'Em ê vê serkeftinê bikin xizmeta gel û gel li derdorê tevgerê bidin pêçandin' 
 
Kurdistanê di dirêjayiya axaftina xwe de qala biryarên ku di konferansê de hatine girtin dike û wiha pê de çû: "Me di konferansê de gelek biryarên girîng girtin. Yek ji wan pisporbûna jinan a di nava têkoşînê de ye. Em ê vê serkeftinê bikin xizmeta gel û gel jî li derdorê tevgerê bidin pêçandin. Yek ji wan bîryaran, rêxistina gel û hişyarbûna gel e. Me li hemû Kantonan Meclîsa leşkerî ava kir, ji bo pirskirêkên ku gel di her aliyê de dijîn bibin hêza çareseriyê. Rêber Apo digot 'Artêşbûna jinê xweşikbûna xeyalên min e.' Xeyalên Rêber Apo jî ava kirina civakeke ehlaqî û polîtîk e. Bîryarên gelek pîroz di konferansê de hatin girtin."
 
'Leylayê bi berxwedana xwe Avesta bi fedaîbûna xwe rola sereke lîstin'
 
Kurdistanê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser  berxwedana Leylayê û fedaîbûna Avesta û wiha got: "Dirûşmeya konferansê ji bo me gelek girîng e ji ber ku Leylayê li dijî tecrîdê berxwedanek bê hempa raber kir. Avesta jî bi rihê fedaî roleke sereke lîst."