ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2019'AN
- 09:00 9 Hezîran 2019
- Rojev
*Kedkara malê ya 34 salan Arzu Çelebî, balkişand ser binpêkirin û newekheviya li hember wan û got: “Em ji ji mobîngê heta şîdeta fîzîkî, her tim rastî newekheviyê hatin. Yên kar didin dibêjin bila nexwin, venexwin, bixebitin. Karkeriya malê, koletiya modern e û me wek karker jî nabînin.” BI DÎMEN
*Nivîskar Mîne Sogut got huner bi her rewşa xwe sedemê nîşan dide û got: “Divê em derkevin derveyî şablonên îtîraz û rexneyan, xwe xurtir hîs bikin û polîtîkayên der barê jinan de vala derxin û ji nû ve biafirînin. Bi vî awayî em ê ji vê tengasiyê derkevin.”
*Yek ji bajarên ku bi dîrok û xwezaya xwe bala turîstên herêmî û biyanî dikşîne, hejmara turîstên di nîvê salê de zêde bûne balê dikşînin.
*Prof. Dr. Nîlay Şahîn diyar kir ku nexweşiya Ankîlozan spondîlît ya ku nexweşiyeke romantîzmal e, bi giştî bi nexşiya fetqa piştê re tê tevlihevkirin û der barê dermankirin û teşîsê de agahî da.
*Yekîneyên Parastina Jinê bi dirûşmeya "Em bi rihê Leyla û bi hêrsa Avestayan, xwe ji nû ve ava bikin dagirkeriyê têk bibin" Konferansa xwe ya 2'emîn li darxist. Fermandara YPJ'ê Kurdistan Serêkaniyê axivî û got: "Îro çi êrîş li hember gelê me hebe em ê jî bi erkekî pispor rola xwe bileyîzin û hebûna xwe mayinde bikin."