Xizmên windayan: Cejn ji bo me şîn e
- 15:32 8 Hezîran 2019
- Rojane
AMED / ÊLIH - Li Amed û Êlihê xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiya xwe berdewam kirin. Xizmên windayan diyar kirin ku her cejn j bo wan şîn e û daxwazên xwe dubare kirin.
Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan li Amed û Êlihê çalakiyên xwe yên bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin berdewam kirin.
Li Amedê xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan li avahiya ÎHD'ê ya Amedê di hefteya 539'an de çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" berdewam kirin. Ji ber ku walîtiya Amedê Parka Koşuyolu li malbatan qedexe kiriye, malbat dîsa çûn avahiya ÎHD'ê û li vir çalakiya xwe berdewam kirin. Xizmên windayan û rêveberên ÎHD'ê tevlî çalakiyê bûn. Serokê CHP'ê yê Amedê Mehmet Sayin, piştgirî da malbatan.
Rêveberê ÎHD'ê û Endamê Komîsyona Windayan Adnan Orhan, diyar kir ku Walîtiya Amedê 40 hefte ye destûr nade wan ku çalakiya xwe li Parka Koşuyolu li dar bixin û helwesta keyfî û biryara walîtiyê ya qedexeya parkê şermezar kir. Adnan, destnîşan kir ku demek dirêj e xizmên windayan daxwazên xwe tînin ziman û wiha got: "Lê li gel van daxwazan heta niha sazî û rayedarên eleqeder bersîv nedane malbatan û tu gavên ji bo aqûbeta windayan ronî bibe nehatiye avêtin. Tu gorên ku dayik di cejnê de biçin ziyaret bikin û duayan li ser bixwînin tune ye. Kesên daxwazên dayikan nebînin û nebihîzin ker û kor û lal in. Divê êrî rayedar guh bidin daxwazên dayik û xizmên windayan."
Adnan, got ku li gel ku heta niha gelek belge hatine ditin jî der barê aqûbeta windayan de tu gav nehatiye avêtin û wiha axivî: "Ku kujer nehatine darizandin. Hem hikûmet û hem jî daraz naxwaze gavan bavêje. Gelek dosya rakirine nava refên bi doz. Bi wesîleya cejnê em bang dikin ku guh bidin daxwazên dayikan. Heta hûn bersiv nedin daxwazên dayikan tu cejn bi xweşî derbas nabe. Dayik bi salan e li gorên zarokên xwe yên winda digerin."
Adnan, piştre çîroka Îsa Efe yê di 7'ê tîrmeha 1996'an de li Gundê meşkîna yê navçeya Dêrikê hat windakirin xwend. Adnan, anî ziman ku Efe li Qereqola Sêriyana Dêrikê hat binçavkiri nû berdan û di heman rojê de kesên bi cilên leşkerî ew birin û carek din agahî jê nehat girtin." Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bidawî bû.
Xizmên windayan li Êlihê çalakî pêk anîn
Li Êlihê jî xizmên windayan û rêveberên ÎHD'ê di hefteya 445’an de li avahiya Şaxa ÎHD'ê çalakiya xwe berdewam kirin û aqûbeta windayan pirsîn. Di çalakiyê de Rêberê ÎHD'ê yê Êlihê Mesut Aydin, diyar kir ku ji ber aqûbeta xizmên xwe yên winda fêr nabin cejn ji bo wan şîn e û wiha got: “Cejn, ji bo me roja ku em li ser gorên xizmên xwe hesir bibarînin û êşa xwe kem bikin e. Cejn ji bo me hêrsa ku em bê dayik, bê bav û bê zarok hiştine ye. Cejn ji bo me şîn e."
Mesut, piştre aqûbeta Îsa Ee yê di 7'ê Tîrmeha 1996'an de li Gundê Meşkîna yê Dêrikê hat binçavkirin û windakirin pirsî. Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.