UNICEF: Di nav 10 salan de 115 mîlyon zarokên lawik hatin zewicandin
- 11:18 8 Hezîran 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora UNICEF'ê hejmara zewicandina zarokên lawik gihaştiye 1154 mîlyonî. Dîrektora Giştî ya UNICEF'ê Henrietta Fore, destnîşan kir ku ne tenê zarokên keç, zarokên lawîk jî bi zorê tên zewicandin.
Fona Alîkariya ji bo Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), der barê zarokên ku bi zorê tên zewicandin de raporek aşkera kir. Li gorî raporê hejmara zewicandina bi zorê ya zarokên lawîk gihaştiye 115 milyonî. Zarokên keç jî di nav de bi tevahî 765 mîlyon zarok bi zorê hatine zewicandin. Her wiha li gorî rapora ku hatî aşkerakirin der barê Tirkiyeyê de dane nehatin dayîn.
Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku li Komara Afrîkaya Navîn ji sedî 28 zarokên lawîk tên zewicandin. Piştî welatên Afrîkayê, welatê Nîkaragua û Madagaskarê hejmara zewicandina zarokên lawik zêde ye. Serokên dewletên cîhanê, di Çarçoveya Armanca Pêşketina, bi Rêvebirina Yekitiya Neteweyî de soz dabûn ku dê heta sala 2030'an de li hemberî zewicandina zarokan tedbîrê bigirin.
Dîrektora Giştî ya UNICEF'ê Henrietta Fore, diyar kir ku ne tenê zarokên keç, zarokên lawîk jî bi zorê tên zewicandin. Henrietta, destnîşan kir ku çend zarokên keç zehmetiyan dikişînin, zarokên lawîk jî heman pirsgirêkan dijîn.