Dayika berxwedêr Xemê Akdogan: Me soz daye zarokên xwe, em ê ji welat re aşitiyê bînîn

  • 09:03 8 Hezîran 2019
  • Rojane
WAN - Dayika Aşitiyê û dayika laçikspî  Xemê Akdogan bi salane ji bo aşitiyeke mayînde di nav têkoşîna aşitiyê de cih digire. Li dijî hemû neyîniyan wekî her pêvajoyan di pêvajoya grevên birçîbûnê de yek ji wan dayikên berxwedêr dayîka Xemê  ye. 
 
Li dijî desthilatdarî, pêvçûn, şer, tunehesibandin, kuştin û qirkirinê bi salane  gelê kurd li her deverên cîhanê têkoşîneke bêhempa dide. Bêgûman pêşengên vê têkoşînê ji dayikên kurd in.  Di sala 1996’an de ji bo pêkanîna aşitiyeke mayînde, dayikên xwedî laçikên spî  dikevin qadan û li her deverekê têkoşîn û berxwedana aşitiyê didin destpêkirin. Bi salane li dijî her kuştin, her girtin û her mirinekê Dayikên Aştiyê xwe dikin mertal û tu hêz nikare  wan ji daxwaza azadî û aşitiyê veqetîne. Ji van dayikan yek jê Dayika Aşitiyê Xemê Akdogan e.  Dayika Xemê di salên 1990’an de gundên wan yên girêdayî bajarê Colemêrgê gundê Elkê  bi zora leşkeran ve tê valakirin û pişt re jî ji neçariya xwe derbasî navçeya Geverê dibin. Pişt re bi zext, heqaret û êrîşan re rû bi rû dimînin û di sala 1994’an de berê xwe didin bajarê Wanê. Dayika Xemê  li dijî hemû neyîniyan bi biryar tev digere û di sala 1997’an de di nav Însiyatîfa Dayîkên Aşitiyê têkoşîna aşitiyê de cihê xwe digire. 
 
Li dijî rakirina tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  di sala 2018’an de ji aliyê Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ve greva birçîbûnê hate destpêkirin. Piştî Leyla ev çalakî li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê  belav bûn û bi pêşengiya 3 hezar girtiyan çalakiyên grevên birçîbûnê hatin destpêkirin. Girtiyan ev çalakî wergerandin asteke din û bi tevlîbûna 30 girtiyan rojiya mirinê hate destpêkirin. Dayikên ku xwestin daxwaza zarokên xwe bi hêz bikin ketin kolanan û li dijî hemû astengî, qedexe, lêdan û binçavkirinan li kolanan berxwe dan. Dayika Xemê jî di destpêka pêvajoya grevên birçîbûnê, heta dawîbûnê bi temenê xwe yê 80 li kolanan li gel hevalên xwe yên laçikspî mil bi mil berxwe da. 
 
Li dijî zilmê û tunehesibandinê têkoşîna aşitiyê dest pê dike 
 
Dayîka Xemê wiha behsa xwe kir:” Em ji navçeya Elkê ne. Tu sal qasî salên 90’an zehmet û giran nebûn. Tundî û êrîşên dewletê di wan salan de gihaşt  asta herî jor. Di wan salan de  gund dihatin valakirin û şewitandin. Gundê me jî bi zora leşkeran hate valakirin û em ji nêçariya xwe derbasî navçeya Geverê bûn. Li dijî hemû neyîniyan me digot dibe ku em li Geverê jiyana xwe bidomînîn. Lê li wir em bi heqeret û zextan re rû bi rû man. Dewletê ji kurdan re koçberî ferz kiribû. Em li dijî wan heqeretan pir aciz dibûn û pişt re di sala 1994’an de me berê xwe da bajarê Wanê. Ev 25 sal in em li Wanê ne. Li dijî hemû neyînî û tunehesibandinên dewletê min wekî dayikekê tu car dijminahî dilê xwe de ava nekir. Min digot dermanê vê dijminahiyê pêkanîna aşitiyê ye. Encax hêza aşitiyê dikarî ev dijminahiyê bi dawî bikira. Piştî ku em hatine Wanê di sala 1997’an de min biryar da û min got divê ez têkoşîna aşitiyê bidim. Di sala 1997’an de heta niha ez Dayîka Aşitiyê me.”
 
‘Ez bawer dikim ku  wê aşitiyê dayikên berxweder pêk bînin’
 
Xemê diyar kir ku ji wan salan heta niha tu guhertinek di dewleta tirk de çê nebû ye û wiha pê de çû;” Piştî ku min têkoşîna aşitiyê da destpêkirin, min bi şev û roj di nav xebatên Dayikên Aşitiyê de cih girt. Şerekî dijwar hebû, lê ji xeynî şer ji me re aşitî pêwîst bû. Ez 23 sal in têdikoşim. Me bi çavên xwe şahidiya pir tiştan kir. Lê tişta herî balkêş jî ew e ku dewleta tirk tu car neguherî her tim bi heman rêbazê meşiya. Ez ê heta emrê xwe yê dawiyê ji bo aşitiyê têbikoşim. Ji bo ku aşitî ji dayikan re ji xewnê zêdetir, bibe rastî ez ê tebikoşim heta emrê xwe yê dawiyê.  Ez niha 80 salî me hîna hêviyên min hene û ez  bawer im ku wê dayikên berxwêder aşitiyê bînin welatê min.” 
 
‘Tu salan qasî îsal berxwedaneke bi vî awayî nehate dayîn’
 
Dayika Xemê bal kişand ser pêvajoya grevên birçîbûnê û berxwedana Dayikên Aşitiyê û wiha got:”Tu sal û tu pêvajo qasî vê pêvajoyê dirêj û tûj nebû. Ev berxwedan ji aliyê zarokên me ve hate destpêkirin û bi berxwedana dayikan ve hate meşandin. Me dayikan xwest em dengê vê berxwedanê bidîn bihîstin. Dayik çalakvan bûn û herikîn kolanan. Me lêdan xwar, em li erdê kaş kirin, heqeret li me kirin, gef li me xwarin  û em binçav kirin. Lê me dev ji berxwedanê berneda. Ji ber ku daxwaza zarokên me, daxwaza dayikan bû.  Zarokên me 6 mehan berxwe dan. Berxwedaneke dîrokî hate dayîn û dawiyê jî dewlet neçar ma û dizanî ku dem dema rakirina tecrîtê ye. Ev berxwedana dayik û zarokan da destpêkirin û dawiyê ji gihaşt armanca xwe.”
 
‘Soza me ji zarokên me re heye, em ê  ji welat re aşitiyê bînin’
 
Dayika Xanê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew ê heta dawiyê ji bo aşitiyê têbikoşe û wiha dawî li axaftina xwe anî;” Doza me, doza aşitiyê û doza azadiyê ye. Em dayik tu car li dijî zilmê û kuştinê bêdeng namînîn. Heta ku dilopek xwîn di canê me de bimîne em ê berxwe bidin. Dewlet çi bike bila bike, em ê ji zarokên xwe re aşitiyê bînin. Soza me bi zarokên me re heye, em ê  ji welat re aşitiyê bînîn.”