ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2019'AN

  • 09:00 8 Hezîran 2019
  • Rojev
*Dayika Aşitiyê û dayika laçikspî  Xemê Akdogan bi salane ji bo aşitiyeke mayînde di nav têkoşîna aşitiyê de cih digire. Li dijî hemû neyîniyan wekî her pêvajoyan di pêvajoya grevên birçîbûnê de yek ji wan dayikên berxwedêr dayîka Xemê  ye. BI DÎMEN
 
*Germahî ji bo zarokan bû hinceta şahiya bi avê. Zarokên li Sûrê her roj li dora hewzên xemlê ya li ser ava dîrokî ya Anzelê hatî çêkirin kom dibin û avjeniyê dikin. BI DÎMEN
 
*Dersîm Dag ya HDP’î diyar kir ku berxwedana grevên birçîbûnê bi pêşengiya jinan bilind bûye û wiha got: “Di vê berxwedanê de yekitiya civakî bi faşîzmê şûnde gav da avêtin. Li dijî berxwedana hat meşandin, yekane tişta divê dewletê bikira qebûlkirina daxwazan bû. Ev berxwedaneke ku gihiştiye serkeftinê ye.”
 
*Civaknas Neslîhan Başak da zanîn ku di 4 salên dawî de ji hezar û 760 jinên hatine qetilkirin jê hezar û 338 heb bi çekê hatinê qetilkirin û wiha got: “Dema çekan digirin destê xwe hesta ‘ez bûm mêr’ diafire û dikevin vê psîkolojiyê. Divê qanûn der barê çekgirtina şexsî de sererastkirinan bike.”