Jinên ÎHD'î yên Îzmîrê dê biçin Xalfetiyê
- 15:56 7 Hezîran 2019
- Rojane
ÎZMÎR - Jinên ÎHD'î yên li Îzmîr ku dibêjin "Îşkence sûcê mirovahiyê ye" ji bo jin û zarokên rastî îşkenceyê hatin ziyaret bikin diçin Xalfetiyê.
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê têkildarî îşkence ya ku li Qereqola Cendirmeyan û Şaxa TEM'ê ya Rihayê pêk hatibû daxuyanî da. Endama Komîsyona Jinan a ÎHD'ê Cemîle Karakaya daxuyanî da û bal kişand ser ragihandinên kesên rastî îşkenceyê hatine û raporên ku ji aliyê parazvanên mafên mirovan ve hatine amadekirin û wiha got: "Jinên rastî îşkenceyê hatine diyar kirin ku gelek îşkence li wan hatiye kirin, elektrîkê dane her derê laşê wan, rastî gefa tecawiza komî hatine û derveyî van tiştan gelek tişt bi serê wan de anîne lê şerm dikin ku vebêjin."
'Îşkence sûcê mirovahiyê ye'
Cemîle vegotinên kesên rastî îşkenceyê hatine bi bîr xist û ev tişt anî ziman. "Tiştên hatine kirin nîşan didin ku çiqas dilşewat û rûmet şikandiye. Em dibînin ku pergal careke din bi ser jin û zarokan de li civakê dide."
Cemîle, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser hiqûqa navneteweyî ku îşkenceyê weke sûc dihesibîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê personelên cemaweriyê yên îşkenceyê kirine bên tespîtkirin û cezakirin. Îşkence sûcê mirovahiyê ye. Di demeke herî kurt de heyeteke ku ji jinan pêl were dê biçe Xalfetiyê û serdana jin û zarokên rastî îşkenceyê hatine."