Kupaya Cîhanê ya Jinan a FIFA'yê dest pê dike
- 15:09 7 Hezîran 2019
NAVENDA NÛÇEYAN - Îro saet di 22.00'an de 8'emîn Kupaya Cîhanê ya Jinan a FIFA'yê dest pê dike û heta niha 750 hezar bilêt hatine firotin. Her wiha cara yekem 24 tîm tevlî turnuvayê dibin.
Ji 4 salan carekê di bin banê Yekitiya Federasyona Futbolê ya Navneteweyî (FIFA) Kupaya Cîhanê ya Jinan tê lidarxistin. Îşev saet di 22.00'yan de dê starta turnuvayê bê dayîn. Îsal li Fransayê Kupaya Cîhanê ya Jinan tê lîstîn. Cara yekem ji bo Kupaya Cîhanê ya Jinan, 19 hezar kesî li stadyumê li maça şampiyoniyê temaşe kiribûn. Di sala 2015'an de jî li Kanadayê 26 hezar û 29 kesî li turnuvayê temaşe kiribûn.
Îsal li bendê ye ku turnuvaya herî mezin pêk bê û ji bo turnuvaya futbolê ya jinan heta niha 750 hezar bilêt hatiye firotin. Heke temaşevanên ku li ber televîzyonê temaşedikin jî bên hesapkirin dê hejmara temaşevanan bigije milyonan. Îro saet di 22.00’an de tîma Fransa û Koreya Başûr dê bên pêşberî hev. Her kes li bendê ye ku dê ev turnuva çawa derbas bibe. Her wiha cara yekem 24 tîm tevlî turnuvayê dibin.