Jiyana Şîrîn Elem Hulî bû pirtûk
- 14:11 7 Hezîran 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 9 sal beriya niha aktivîsta kurd Şîrîn Elem Hulî li Îranê hat bi darvekirin. Du aktîvîst û nivîskar jiyana Şîrînê kirin pirtûk.
9 sal beriya niha di Roja Dayikan de li Girtîgeha Evîn a Tehrana Îranê Şîrîn Elem Hulî hatibû bi darvekirin. Du aktîvîstên jin ên li Amerîkayê jiyana Şîrîn di pirtûkê de vegotin. Jiyana wê, pêkutî û îşkenceya li girtîgehê ya li hemberî wê di pirtûkê de cih girt.
Jinên ku bi Şîrîn re di girtîgehê de man çîroka Şîrîn vegotin. Nivîskara pirtûkê Merziye Emîrzade di pirtûkê de bal kişand ser hêz girtina sekna Şîrînê û diyar kir ku li gel îşkenceya dijwar dîsa li ber xwe da û neaxivî. Nivîskar û aktîvîst Meryem Rustempîr di pirtûkê de destnîşan kir ku ji ber ku Şîrîn kurd bû û bi kurdî diaxivî, nehiştin ku parêzer û tercuman bên û Şîrîn parastina xwe nekarî bike.
Her du nivîskar bi îdîaya propagandaya Xiristiyanî kirinê 9 meh li girtîgehê li cem Şîrînê man. Her du nivîskar daxwaz kirin ku di demek nêz de rejîma li Îranê biguhere. Her du nivîskar destnîşan kirin ku ampargoya aborî ya li ser Îranê tenê zirarê dide gelê Îranê ji ber ku malbatên ku rejîmê diparêzin li Îranê najîn û li welatên cuda jiyana xwe didominin.