Jinên Amedê: Daraz nikare tevlî terza jiyana jinê bibe

  • 09:03 7 Hezîran 2019
  • Rojane
AMED - Jinan bertek nîşanê mudaxaleya dadger a etekê parêzerê da û wiha gotin: “Ev zîhniyet ji kuştinên jinan berpirse. Li welatekî ku daraz jî di vê astê de ye. Her wiha refleksên civakî qelsin ji ber vê jî bûyer berdewam dikin."
 
Dadger Mehmet Yoylu di rojên borî de di rûniştinê de mudaxaleyê etekê parêzer kiribû û piştî bûyerê ji ber zextên civakî ji pîşeya wî hat dûrxistin.  Jinên Amedê der barê mijarê de bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku daraz nikare tevlî terza jiyana jinan bibe û gotin sedema kuştinên jinan jî heman zîhniyet e.
 
‘Daraz bi vî awayî nikare bê qebûlkirin’
 
Remziye Onkul got terza jiyana kesan tu kesî eleqeder nake û got rewşa darazê mirovan matmayî dihêle û got: “Daraz bi vî awayî nikare bê qebûlkirin. Terza jiyana min kesî eleqeder nake. Li vî welatî pergala darazê tune. Ji ber vê hewce nake mirov biaxivin. Her tişt aşkera li holê ye ji xwe.”
 
'Bi rewşa baş tên xelatkirin'
 
Neval Unal jî got daraz ji zîhniyeta mêr xwedî dibe û ji ber vê jî ew matmayî namînin û got: “Daraz jî jinan wek objeya zayendê dibîne. Di pêvajoyeke bi vî rengî de bêguman parastina cewherî ya jinan girîng e. Bi zextên civakê dadger ji peywirê hat durxistin lê ev li gorî min têr nake. Ji ber tiştên tên jiyîn ne yek ne jî du ye. Parêzer her roj rastî zextan tên. Tecawizkar rastî daxistina cezayan tên. Bi rewşa baş tên xelatkirin. Ev rewş her tiştî nîşan dide.”
 
'Qelsiya refleksên civakî zêde ne'
 
Jina bi navê Kîbar Suvarî jî destnîşan kir ku ev tiştên tên jiyîn tenê jinan eleqeder nake, hemû mirovan eleqeder dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sedema berdewamkirina van bûyeran, qelsiya refleksên civakî ne. Di rojên dawî de gelek kuştinên jinan hatin jiyîn. Ev rewş tê manîpulekirin û tên rewakirin. En li Tirkiyeyê di alî hiqûqê de li dijî kuştinên jinan helwestekê nabînin. Pakêta darazê ya nû jî ne di asta ku bibe bersiva vê.”