Derhêner Zelal Angay: Her tişt wekî gotinê ne hêsan e

  • 09:01 7 Hezîran 2019
  • Çand û Huner
AMED - Derhêner Zelal Angay bi lîstîka “Di Tuwaletê de” xwest balê bikişîne ser êrîşa zayendî ya li hemberî jin û zarokan. Her wiha Zelal, diyar kir ku her tişt wekî gotinê ne hêsan e.
 
Derhênera bi navê Zelal Angay yek ji damezrînêra cihê şanoya Kurdî a li Îzmîrê ye. Ew derhêneriya şanoya bi navê “Di Tuwaletê De” kir. Lîstîk ji hêla Rênas Jiyan ve hat nivîsandin. Lîstîk li cihên cuda yê Tirkiyê hat pêşandan. Di pêvajoyekî wiha de ku şîdet û tacîza li hemberî jinê gihiştiye pileyeke herî bilind. Mijara şanoyê ev bû û bandorê ser şanohezan kir. Rewşa jinan ji zarokatî heta mezinbûnê çawaye di şanoyê de tê pêşkêşkirin. Zelal qala pêvajoya avakirina cihê şanoya Kurdî û bandora şanoyê ya li ser civakê ji ajansa me re nirxand.
 
‘Her tişt wekî gotinê ne hêsan e’ 
 
Zelal, balê kişand li ser zordariyên şanoya bi kurdî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me biryara vekirina cihê şanoya bi Kurdî da. Gotina vê yekê jî ji bom e kelecaneke mezin bû. Lê mixabin her tişt wekî gotinê hêsan nîne. Divê ciheke bi ewle hebe. Em naxwazin di nav faşîstan de cih vekin. Her wiha em bi bertekên polîsan re jî rû bi rû dimînin. Niha em ji bo xwe cih digerin. Lê li gel bertekan em ê dev ji plansaziya xwe bernedin û em ê xebatên xwe bidomînin.”
 
‘Mijara şanoyê rojane ye’ 
 
Derhêneriya şanoya bi navê “Di Tuwaletê De” ji hêla Zelal Angay ve hat kirin û şano li cihên cuda yên Tirkiyeyê jî hat pêşandan. Zelal, diyar kir ku şano rastî eleqeyeke mezin hat û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Mijara şanoyê rojane ye û ji ber ku di vê pêvajoyê de li hemberî jin û zarokan êrîşên zayendî zêdetir in. Şano rewşa jinan a ji zarokatiyê heta mezinbûnê vedibêje. Zarok dema mezin dibin bi çi pirsgirêkan re rû bû dimînin vedibêje.” 
 
‘Mijar rast e’
 
Derhêner Zelal, di axaftina xwe de bal kişand ser mijara şanoyê û wiha got: “Mijara şanoyê ji jiyana rast hatiye girtin. Ew qirêjiya hişmendiya mêran vedibêje. Dema ku min mijara şanoyê yekem car bihîst ez gelekî bi bandor bûm. Ji bo min xwendin û fikirîn pir zehmet bû.”
 
‘Bibim zimanê bûyerê’
 
Zelal, di berdawamiya axaftina xwe de li ser temaşevanan rawestiya û wiha axivî: “Min xwest ez rastiyê raxim li ber çavan û bibim zimanê wê bûyerê. Ev mijar, hem ji bo min, ji bo lîstîkvanan û ji bo temaşevanan jî gelekî bi dandor û zehmet bû.”
 
‘Rûyê jinê meraq dike…’
 
Zelal di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser mijara lîstîkê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mijara şanoyê ser keçikek û birayê wê ye. Xûşk û birayên ku bi hev re mezin dibin û pir hevdû hez dikin. Piştî mezin dibûn, xûşk ji bo birayê xwe dikeve rewşeke din û êdî bira bi çaveke hişmendiya mêraniyê temaşeyê xûşka xwe dike. Edî xûşk bû namûsa birayê xwe. Birayê keçikê bi hevalên xwe re li hemberî jinekê êrîşa zayendî pêk tînin. Bira piştî êrîşê rûyê jinê meraq dike. Dema ku ruyê jinê dinêre û dibîne ku ew xûşka wî ye.”