ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2019'AN

  • 09:00 7 Hezîran 2019
  • Rojane
*Piştî qedexeya derketina derve xaniyên Şirnexiyan hatin hilweşandin û li şûna wan TOKÎ hatin avakirin. Li bendê ye ku piştî cejnê teslîmî welatiyan bên kirin. Lê Wezîrê Bajarvanî û Hawirdorê dixwaze deynê TOKÎ  yê ceryanê û tapuyê bi welatiyên mexdûr bûne bide dayîn. 
 
*Jinan bertek nîşanê mudaxaleya dadger a etekê parêzerê da û wiha gotin: “Ev zîhniyet ji kuştinên jinan berpirse. Li welatekî ku daraz jî di vê astê de ye. Her wiha refleksên civakî qelsin ji ber vê jî bûyer berdewam dikin." BI DÎMEN
 
*Piştî qedexeya derketina derve xaniyên Şirnexiyan hatin hilweşandin û li şûna wan TOKÎ hatin avakirin. Li bendê ye ku piştî cejnê teslîmî welatiyan bên kirin. Lê Wezîrê Bajarvanî û Hawirdorê dixwaze deynê TOKÎ  yê ceryanê û tapuyê bi welatiyên mexdûr bûne bide dayîn. 
 
* Sekretera Jinan a SES ya Îzmîrê Semra Dogan diyar kir ku li Tirkiyeyê tevî ku mafê kurtajê qanûniye jî ji ber pêkanînên dewletê bi awayekî fîîlî qedexeye û ev jî jinên derfetên wan yên aborî tûnebe serî li rêbazên bê tenduristî didin. BI DÎMEN
 
*Di sedsala 20’emîn de li Qraltiya Yekbûyî ji bo jin bibin xwedî mafê ku karibin dengê xwe bi kar bînin, Emîly Davîson têkoşîn da û bû şervaneke radîkal a ji bo mafê hilbijartinê. Di heman demê de Emîly yekem sufrajeta ji bo doza xwe mirin daye ber çavên xwe ye. Emîly di 8’ê Hezîrana 1913’an de jiyana xwe ji dest da.
 
*13 jin û zarokên êzidî ku ji aliyê DAÎŞ'ê  ve hatibûn revandin û ji aliyê  QSD'ê ve hatin rizgar kirin bi merasîmekê ji aliyê PADÊ ve  radestî malbatên xwe hatin kirin.