Li Iraqê 20 hezar û 760 donim zevî şewitî
- 13:24 6 Hezîran 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya Parastina Sivîl a Iraqê, raporek li ser şewata zeviyan eşkere kir. Li gorî raporê 20 hezar û 760 donim zevî şewitiye.
Li gelek eyaletên Iraqê, di serî de li Kerkûk, Xurmatû, Diyala û Xaneqînê ku herêmên cihê nîqaşê ne, ji 28'ê nîsanê ve zevî dişewitin. Fermandarê Parastina Sivîl a Iraqê Kazim Salman der barê mijarê de raporek eşkere kir û got, li 12 eyaletên Iraqê ji 28'ê Nîsanê ve 20 hezar 760 donim zevî şewitî ne. Di raporê de hate ragihandin ku herî zêde eyaletên Nînova, Selahaddîn û Kerkûkê ji şewatê zerar dîtine.
Li gorî raporê bîlançoya şewatê ya li eyaletên Iraqê wiha ye:
El Krix: 36 donim zevî şewitîn, zerar li 74 donimî bû.
El Resafe: 14 donim zevî şewitî, zerar li 402 donimî bû.
Babîl: 85 donim zevî şewitî, zerar li 46 donimî bû.
Mîsan: 49 donim zevî şewitî, zerar li 7 donimî bû.
Wasît: 227 donim zevî şewitî, zerar li 366 donimî bû.
El Dîvaniye: 5 donim zevî şewitî, zerar li 10 donimî bû.
El Diyala: 379 donim zevî şewitî, zerar li 4667 donimî bû.
El Mûssena: 27 donim zevî şewitî, zerar li 88 donimî bû.
Selahattîn: 4907 donim zevî şewitî, zerar li 42862 donimî bû.
Kerkûk: 3719 donim zevî şewitî, zerar li 33004 donimî bû.
Nînova: 11183 donim zevî şewitî, zerar li 441020 donimî bû.
Enba: 99 donim zevî şewitî, zerar li 292 donimî bû.
Balkêş e şewat herî zêde li wan herêman bû, ku berê ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatibûn dagirkirin.